• DOLAR 32.372
  • EURO 34.984
  • ALTIN 2325.69
  • ...
 "Pêwîst e nifşên ciwan terma fetîhê derk bikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Vakfa Komeleya Ciwaniyê ya Anadolê ve bi minasebeta salvegera 1386 emîn fetha Mekê ya li Rihayê bername hat lidarxistin.

Parlementerê Kevin ê Rihayê Nîyazî Yanmaz, Yrd. Doç. Dr. Necmettîn Çalişkan, endamên STKyan û gelek hemwelatî beşdarê bernameya ku bi minasebeta salvegera 1386 emîn fetha Mekê hat lidarxistin bûn.

Bernameya ku bi tîlaweta Qur’ana Pîroz dest pê kir bi lidarxistina sînevîzyonê domî. Dûvre Serokê Şaxa Rihayê yê Vakfa Komeleya Ciwaniyê ya Anadolê Fevzî Çelîk axavtina destpêkê kir. Çelîk di axavtina xwe de anî bibîranîn ku Meke wek ‘dayîka bajaran’ dihat wesfandin.

Çelîk wiha diyar kir: “Em di wê baweriyê de ne ku divê her sal giringiya Fetha Mekê bînin ziman. Her êvarê di xeberan de tê diyarkirin ku bombe diteqin, şer û pevçûn hene. Bi vê yekê canê me dişewite. Ev hemî berpirsyariyên me zêde dikin.”

Dûvre Yrd. Doç. Dr. Necmettîn Çalişkan dest nîşan kir ku feth bi tank û tifingan pêk nehatiye. Feth bi Mislimanên ku canê xwe ji Îslamê re fida kirine re pêk tê.

Çalişkan axavtina xwe wiha domand: “Însanê mumîn çawa ku ji faîz, xumarê direve bi heman şiklê di derbarê vê yekê de jî xwedî hest e. Îro çawa ku xwedîderketina li Xezeyê wezîfeya Mislimanan e bi heman şiklê dim vî şeva hanê sersalê de jî xwedîderketina li Mekê jî bi heman şiklê girîng e. Wekê ku Xoce Necmeddîn Erbakan diyar dike; ‘feth bi tank û tifingan pêk nayê, feth bi Mislimanên ku canê xwe ji Îslamê re fida kirine re pêk tê. Pêxemerê me (as) di umrê xwe de ji bo ku vê qadroyê pêk bîne pir xebitiye.” (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir