• DOLAR 32.564
  • EURO 34.836
  • ALTIN 2418.193
  • ...
Erdogan di derbarê êrîşa li Stenbolê de daxuyanî da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di derbarê êrîşa ku bi şev li Ortakoya Stenbolê li dijî klûba şevê hat lidarxistin de daxuyanî da. Erdogan wiha diyar kir: “Ez êrîşê bi tûndî şermezar dikim. Hewl didin ku welatê me bê îstîqrar bikin. Dê em tehdîdên li dijî me ji holê rakin. Dê em misade nekin ku vê lîstikê pêk bînin.”

Serokkomar Erdogan wiha diyar kir: “Ez êrîşa ku di saetên herî ewil ên sala 2017an de li Ortakoya Stenbolê ya terorî hat lidarxistin şermezar dikim. Xweda rehma xwe li wezîfedarên me û kesên jiyana xwe ji dest dane bike. Ez mêvanên me yên biyanî yên ku jiyana xwe ji dest dane yad dikim û temeniya şîfaya acîl ji birîndaran re dikim.” (ÎLKHA) 

Bu haberler de ilginizi çekebilir