• DOLAR 32.601
  • EURO 34.833
  • ALTIN 2492.704
  • ...
Pîrekan li ber DEDAŞê çalakiya rûniştinê lidarxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Pîrekên nişteciyên Taxa Ataturka Qosera Mêrdînê destnîşankirin kirin ku ew ji ber birrîna ceyranê mexdûr bûne. Ji ber vê yekê wan li ber Dîcle DEDAŞê bi zarokên xwe ve çalakî lidar xistine.

Pîrekên ku idîa kirin ji ber birrîna ceyranê û bikaranîna bes fazekî eşyayên ên ceyranê şewitîne û ji ber ku av jî nayê ew nikarin serên zarokên xwe bişûn. Pîrekên ku destnîşan kirin ew bes di heyama hilbijartinê de tên bibîranîn.

“Heta ceyrana ne neyê dê em ji vir neçin”

Halîme  Esen destnîşan kir heke personelên DEDAŞê werin fature bibirin dê ew li personelan bixin. Dûvre Esen wiha axivî: “Bes e êdî. Ne ceyran heye û ne av. Xwendekarên me sibe zû diçin dibistanê. Em perîşan in. Gelo ev edalet e? Ev nêzî mehek e ku sererastî ceyrana me tune. Dema ku tê yek faz e. Avsark û televîzîyona me şewitîn. Bila werin tamîr bikin. 3 roj wextê farûrayê derbas bibe tên ceyranê dibirin. Bila werin vê çekin.”

Şukran Kaya diyar kir ji ber ku ceyran tune ew nikare buhar bide zaroka xwe ya nexweş. Dûvre Kaya wiha li axavtina xwe zêde kir: “2 zarokên min nexweş in. Lawekî min ketandî ye. Tixtor sobeya normal qedexe kiriye. Divê ciyê ku ew dimîne paqij û hîjyenîk bibe. Dema ku ceyran tune em niakin buhar bidinê. Makîna min a cilan û avsarka min şewitî. Bila dewlet ji me re bikire.”

“Dizanin di heyama hilbijartinê de ray bixwazin, tu kes xwedî li me dernakeve”

Zeynep Irmak diyar kir ku ew bi xwe û lawê wê nexweş in û heke ceyranê bernedin dê ew dest bi greva birçîtiyê bikin. Dûvre Irmak wiha axivî:” Ez û lawê xwe nexwaşê kuxikê ne. Ceyran tune ku ez buhar bidimê. Ji ber vê yekê ez wê dibin nexweşxanê. Nexweşxaneya Dewletê ji me dûr e. Ereba me tune. Em perîşan û mexdûr in. Em tiştên zêde naxwaz in. Em bes ceyran dixwazin. Xwarinên me ji bo zivistanê amade kiribû ji ber ku ceyran tune di avsarkê de xera bûne. Me avêt çopê. Heyf nîne?Em bi zarokên xwe ve ji sibê ve li vir in. Me fitûr nexwariye. Dê em dest bi greva birçîtiyê bikin. Dizanin di heyama hilbijartinê de ray bixwazin, tu kes xwedî li me dernakeve.”

Zubeyde Esen jî diyar kir kir ji ber ku av tune wê serê zarokên xwe neşûştiyê û bi wê şiklê zarokên xwe şandiye mektebê. Ji ber vê yekê wê destnîşan kir ku ew perîşan in. (ÎLKHA)  

















Bu haberler de ilginizi çekebilir