Li Êlihê 200 kes ji FETO/PDYê hatin girtin
Waliyê Êlihê Ahmet Denîz destnîşan kir di bergeha lêpirsîna FETO de 768 personelên qamûyê ji wezîfê hatine dûrxistin.
Waliyê Êlihê Ahmet Denîz bi endamên çapemeniyê re hat bal hev û dawiya salê nirxand, Denîz di nirxandina ku kir de destnîşan kir di bergeha lêpirsîna FETO de 768 personelên qamûyê ji wezîfê hatine dûrxistin û ji van 768 kesan 200 kes hatine girtin.
Walî Ahmet di berdewama axavtina xwe de di derbarê kesên ku ji wezîfeyê hatine dûrxistin de wiha axivî: “ Di bergeha lêpirsîna FETO de heta niha 768 kes ji wezîfê hatin dûrxistin. Ji van 768 kesên ku ji wezîfê hatine dûrxistin 200 kes hatin girtin û 79 kes jî bi şerta kontrola edlî hatin berdan.” (ÎLKHA)