• DOLAR 32.379
  • EURO 35.022
  • ALTIN 2326.145
  • ...
Mînareya çar ling a ku ji warîlan hatiye înşakirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mînaraye çer ling a ku li gundikê Yeşîlevlera girêdayê Gundê Pîrahmeda Erxaniyê bi warîl û depoyên sotemeniyê hatiye çêkirin ev 13 sal e ku li ser piyan e.

 Cumalî Yeşîlê ku neviyê Hesen Yeşîlê çêkerê mînarê ye  di derbarê mijarê de destnîşan kir ji vê mînarê re mînareya çar ling a Mizgefta Şêx Mutahhar bûye îlham.

Yeşîl di axavtina xwe ya di derbarê mijarê de destnîşan kir  mizgeft berî  ve 20 salan di pêşîvantîya kalikê wî de hatiye çêkirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Piştî ku 7 sal ji ser çêkirina mizgeftê derbas bû re kalikê min ê rehmetlî vê mînarê çêkir. Dibe ku kalikê min mînareya mizfeta çar ling a Diyarbekirê ji rojnamê dîtibe  û jê îlham girtibe. Lingên mînarê ji betonê hatine çêkirin. Wekî din  jî mînare bi temamî ji warîl û depoyên sotemeniyê hatiye çêkirin.  Piştî karên boyax û ceyranê û hoporlorê jî  dest bi fealiyetê dike.”

“Li cem mînarê fotografên xatirayê digrin”

Yeşîl di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ji ber ku ji kalên wan ji wan re berhemeke wisa maye ew pir bextewar in û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Kesên ku li derdorê dibihîzin û an jî kesên ku ji ser rê derbas dibin tên mizgeftê nimêja xwe dikin û dema ku mînareya çar ling dibînin şaş dimînin. Hinek ji wan jî fotografên xatiratê digrin. Dema ku ji me tê pirskirin em qala çêkirina mînarê ji wan re dikin. Ji ber ku kalê me ji me re berhemeke wisa hiştiye em bextewar in. Em dixwazin ku hemû kes vê berhemê bibînin. “

Her weke ku dê bê bîran Mînareya Dîrokî ya Çar Ling ji ber çal û barîkatên   PKKê zirar dîtibû. (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir