• DOLAR 32.578
  • EURO 34.845
  • ALTIN 2418.693
  • ...
HRW: Pêwîst e PKK dev ji bikaranîna zarokan berde
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Human Rights Watch - HRW) a ku navenda wê li New Yorkê ye destnîşan kir ku wan di derheqê gotinên YBŞya ku li Şengalê ji teref HPGya girêdayê PKKê û DYEyê ve piştgirîya lojîstîkî distîne di nav xwe de zarokan dihewîne û wan wek ‘şoreşker’ bi kar tînin de 29 wakia tespîtkirine.

Dîrektorê mafên zarokan a Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan Zama Coursen-Neff di derbarê mijarê de daxuyaniyek da. Zama Coursen-Neff di daxuyaniya ku da de destnîşan kir ‘Divê qîz û kur digel malbata xwe bin  û biçin mektebê. Pêwîst e zarok wek amûr û alavên şer neyên bikaranîn.Divê PKKê bi şikleke kategorîk dev ji zarokên esker berde  û divê serdarên li ser serê koman zanibin ku bi kar anîna zarokên ji 15 salî biçûk sûcê şer e.”

“Ji ber ku zarokan bi zorê birine û ji ber ku îstîsmara zayendî li wan tê kirin  zarok dixwazin ji PKKê veqetin.”

Zama Coursen-Neff di berdewama axavtina xwe de di derbarê mijarê de wiha axivî:  “Ji ber ku zarokan bi zorê birine û ji ber ku îstîsmara zayendî li wan tê kirin  zarok dixwazin ji PKKê veqetin. Ev zarok ji ber du sedeman dixwazin ji komên çekdar ên ku girêdayê wan in biveqetin ku ew jî ev in: an ji ber ku bi zorê wan birine û an jî ji ber ku di nav koma ku ew lê ne de îstîsmara zayendî li wan tê kirin. Ew kom divê demildest zarokan berdin, divê îstîsmar bên lêkolînkirin û pêwîst e ku di warê dawî li zarokên çekdar bê anîn  de soz bê dayîn.”

Li gor rapora Rêxistina Şopandina Mafên Zarokan di her du komên ku girêdayê PKKê ne de zarokên di bin 15 salî de hene û hinek ji van zarokan di eniya şer de tên bikaranîn û dû re wiha li raportê hat zêdekirin: “ Hinek ji van zarokan di xalên kontrolê de bi kar tînin û hinek ji wan jî di paqijkirina çekan de tên xebitandin. Hinek zarok jî piştî ku hatin perwerdekirin re di serî de ji Qandîl û cihên ku lê operasyonên hewayî tên kirin re tên şandin.”

Komên çekdar ên mîna HPG û YBŞ  divê di bin tu şertî de zarokan çekdar nekin  û wan di dijmintiya xwe de bi kar neyînin.

Di berdewama raporê de hat diyarkirin girtina zarokan a leşkeriyê  ji teref hiqûqa navneteweyî ve wek sûc tê qebûlkirin û dû re wiha li raporê hat zêdekirin: “Girtina leşkeriyê ya zarokên di bin 15 salî de û bi wan bi kar anîn  sûcê şer e. Li gor hiqûqa navneteweyî  komên çekdar ên mîna HPG û YBŞ divê bi tu awayî zarokên di bin 18 salî de negrin leşkeriyê û van zarokan divê di dijmintiyên xwe de bi kar neyînin. Ger ku zarok ‘dildar’ bin jî  ji teref komên çekdar ve îstîhdamkirinên wan ji teref hiqûqa navneteweyî ve hatiye qedexekirin.

Hikûmeta Iraqê yê ku maaş dide YBŞê divê zextan lê bike da ku zarokan serbest berdin

Di berdewama raporê de ji hikûmeta Iraqê hat daxwazkirin ku bila ew ji YBŞya ku ew  bi xwe maaşa wan didin re zextan bikin da ku  temamê zarokan bên serbestberdan. Her wiha hat destnîşankirin 9 hewadisên zarokan ên ku ji teref PKKê ve hatine bikaranîn hatine belgedarkirin û wiha li raporê hat zêdekirin:  “Di destpêka sala 2016an de bavê zarokekî Kurd ê ku li bajêra Helepçeya Kurdistana Iraqê dijî destnîşan kir lawê wî yê 15 salî  dev ji mekteba xwe berdaye û tevlî komê bûye. Bavê Helepçeyî destnîşan kir temamê serîlêdanên wî yên lêgerîna lawê wî bêbersiv mane. Bav ji lêkolînerên Rêxistina Şopandina Mafên Însanan re  fîlmeke ku ji teref HPGê ve hatiye kişandin nîşan da û destnîşan kir lawê wî di vîdyoyê de bi cilên eskeriyê ye û di destê wî de keleşkof heye.  Bav her wiha destnîşan kir lawik di vîdyoyê de zarokên din jî teşwîq dike da ku tevlî koman bibin. Bav wiha jî destnîşan kir ‘ Ez tenê dixwazin pê re biştexilim, ji bo ku ji min re bibêje bi selamet e ez li benda wî me ku li min bigere.”

Li gor ofîsa Komîsyona Mafên Mirovan a Hikûmeta Heremê ya li Helepçê ji sala 2013an vir ve  li herema Helepçeyê 20 kur û 5 qîz  tevlî komên ku girêdayê PKKê ne bûne û 38 zarokên ku berî niha tevlî wan bûne vegeriyane  malên xwe.

Naskirîyên zarokên ku tevlî sefên HPG û YBŞê bûne ji ber fikara ji teref komên çedkar ve mîsîlleme li wan bê kirin û ji ber tirsa ji teref Hikûmeta Herema Kurdistanê ve ew bên cezakirin nexwastin navên wan eşkere bibin. Ev naskirî di raporê de wisa qala hinek bûyerên ku pêk hatine kirin:

Qîza 13 salî ya Êzîdî bi şikleke fecî lêdan xwar

“Xelkê Serdeştiya Şingalê qala çîroka qîza Êzîdî ya 13 salî dike, ev qîza 13 salî ya ku ji ber ku bi fermandarê xwe e nîqaş kiriye bi şikleke fecî lêdan xwarîye. Bûyer di Sibata 2016an de pêk hat. Qîz ji ber lêdana ku xwar piyê wê şikest û hewil da bi wê halê xwe birêve, heta dema ku derket ser ban da ku xwe bavêje ji teref endamên komê ve hat girtin û dîsa lêdan lê hat avêtin.

YBŞ pere belav dike da ku hejmera mîlîtanên zarok zêde bike

Li gor agahiyên zarokên ku tevlî YBŞê bûne Hikûmeta Iraqê ya navendî ji elemanên YBŞê yên ji 18 salî mezintir re meaş dide. YBŞ van pereyan berhev dike û ji mîlîtanên xwe yên di bin 18 salî de re belav dike. YBŞ bi vî awayî dike aramanc hejmara mîlîtanên xwe yên zarok zêdetir bike.

Mekteb di bin kontrola mamosteyên PKKyî de ne

Ji bilî vanan ji teref nîştecihên Hanazorê ve hat ragihandin xwendevanên zarok ên ku li mekteba ‘Şehîd Khairy’ a ku li Sûriyê li herema ku di bin kontrola PYDê ne de ji teref HPGê ve tevlî sefan tên kirin. Nîştecih her  wiha diyar kir ev mekteb digel mamosteyan ji teref PKKê ve tên şuxilandin

Di raportê de her wiha hat diyarkirin nîştecihên Hanazorê diyar kirine ku ew bifikarin ku mamosteyên li mekteban zarokan tevlî sefên PKKê bikin. Li gor agahiyên ku nîştecihekî dane HPG, biraziyê wî yê 14 salî  piştî ku jê re dersên îdeolojîk yên PKKê dane re  girtiye eskeriyê.

Di nava komên li bajaroka Umm Al-Dhîbana Şingalê de gelek zarok hene

Zarokekî din ên ku 16 salî ye jî destnîşan kir ew di sala 2014an de li Karseyê tevlî HPGê bûye. Zarok diyar kir ew di Tîrmeha 2016an de vegeriyaye ba malbata xwe. Zarok diyar kir di du mehên pêşî de jê re perwerdehiya çekan hatiye dayîn û li Sîncar û li gelek cihên Sûriyê tevlî şer bûye.Zarok her wiha destnîşan kir wî bi xwe di nava komên li bajaroka Umm Al-Dhîbana Şingalê de gelek zarok dîtine.

PKK mehane ji zarokan 100 û ji malbatan re jî ji bo carekî di navbera 400 û 1000 dolaran de pere dide

Di raporê de her wiha hat destnîşankirin ji teref Hikûmeta Navendî ya Iraqê ve ji temamê mîlîtanên YBŞê yên ji 18 salî mezintir re  400 dolar tê dayîn. Her wiha PKK jî ji zarokên di bin 18 salî yên ku tevlî komên ku girêdayî wan in dibin re jî mehane 100 dolar û ji malbatên wan re jî ji bo carekî di navbera 400 û 1000 dolarî de pere tê dayîn.

Berî niha jî derketibûn holê hemanên ku girêdayê PKK ne û li Sûriyê û Iraqê ji wek hêzên erdê yên Emrîka tevdigerin zarokan bi çekdar dikin û wan digrin leşkeriyê.

Di raporta ku hat weşandin de her wiha hat destnîşankirin digel temamê hişyarî û îqazan  PKK hê jî zarokan digre eskeriyê û wan çekdar dike. Di dawiya raporê de ji merciyên rayedar  ên mehelî û navneteweyî hat xwestin ku di vî warî de gavên pêwîst bavêjin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir