"Roj ew roj e ku mirov ji bo gelê mezlûm a Helebê bibe seferber"
Banqaya Gidayê ya Umut Kapisi ya Diyarbekirê diyar kir ku wek "Em ji Helebê re Bibin Deriya Hêviyê" wê dest bi kampanyayê kiriye. Dûvre bangewazî li gel kir.
Banqaya Gidayê ya Umut Kapisi ya Diyarbekirê ya endamê Platforma Alîkariay Umut Kervani ji bo mexdûrên şerê li Heleba Sûrî wek kampanya dest bi alîkariyê kirine.
Serokê Bankaya Gidayê ya Umut Kapisi ya Diyarbekirê M. Siddik Furkan di derbarê kampanyayê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bangewaziya xêrxwazan kir da ku ji ji bo Helebiyan dest bi alîkariyê bikin.
Furkan di derbarê kampanyayê de wiha diyar kir: “Ev 4-5 sal e ku li Sûrî drama însanî ya mezin heye, bi hezaran însan mirine, bi sedhezaran însan welatê terk kirine, bi hezaran însan seqet bûne û bi milyonan însan mexdûr bûne. Wek Bankaya Gidayê ya Umut Kapisi ya Diyarbekirê serîlêdana me ya wek kampanya ya ji bo Helebiyan hat qebûlkirin. Ji bo ku em alîkarî li birayên xwe yên mezlûm ên ji şer bandordar bûye alîkarî were kirin em bang li gel dikin ku di derbarê kampanyeya me ya 2 mehî de bi hestyar bibin.”
Furkan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Roj roja mirov ji bo gelê mezlûm a Helebê seferber bibe ye. Roj ew roj e ku mirov van rojên zivistanê xwarinekî germ û betaniyek ji gelê Helebê re bişîne. Nebêjin ‘em çi dikarin bikin’. Bê guman her kes dikare di derbarê vê yekê de tiştekî bike.”
Furkan hesabên kampanyayê wiha parve kir:
Kuveytturk:
TR: TR34 0020 5000 0060 3920 5000 02
USD: TR93 0020 5000 0060 3920 5001 04
EURO: TR66 0020 5000 0060 3920 5001 05
Bankaya Zîraatê:
TR: TR96 0001 0000 9152 4425 3850 04
USD: TR69 0001 0000 9152 4425 3850 05
EURO: TR42 0001 0000 9152 4425 3850 06" (ÎLKHA)