• DOLAR 32.372
  • EURO 34.986
  • ALTIN 2325.51
  • ...
Piştî niştina Doza Yasîn Boru xizmên meqtulan axivîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî ku niştina Doza Yasîn Boru û yên hevalên wî hat taloqkirin xizmên mexdûran ji ÎLKHAyê re axivîn. Wan destnîîşan kirin ku niştinê kirine wek şano. Niştin bes tên dûbarekirin û tu pêşveçûnek tune.

Mehmet Gokgozê bavê Şehît Hasan Gokgoz piştî niştinê ji ÎLKHAyê re axivî. Gokgoz diyar kir ku tu ferqa vê niştina dawî ji niştinên ku berê pêk hatine tunebûye.

“Dibêjin diz mexdûr e, çawa diz mexdûr dibe?”

Gokgoz diyar kir ku ji bersûcan yekî diz e. Dûvre Gokgoz wiha diyar kir: “Tişta ku herî zêde zora min diçe ew e ku parêzerê bersûcê ku dizî kiriye dibêje bersûc mexdûr e. Çawa diz mexdûr dibe? Em in mexdûr an yên diz? Di vê berf û baranê de ev yek sal û nîve ku em diçin û tên. Niha ez dipirsim. Em in mexdûr ya ew in?”

Gokgoz diyar kir ku ku tu ferqa vê niştina dawî ji niştinên ku berê pêk hatine tunebûye. Dûvre Gokgoz wiha pê de çû: “Niştin bes tên dûbarekirin û tu pêşveçûnek tune. Ev hemî senaryo ye. Gelo kî van zarokên me kuştin? Heke ev mexdûr in, bersûc nînin kî zarokên me qetil kirin? Nexwe bersûcan bibînin.”

Bersûc dema siwarê wesayîta girtîgehê dibin dibêjin ‘me qenc kir wan kuşt’”

Gokgoz diyar kir dema ku bersûc sewarê wesayîtê dibin wek çawa ku sûcên xwe îfiraf dikin diaxivin. dûvre Gokgoz wiha li axavtina xwe kir: “Dema ku bersûc siwarê wesayîta girtîgehê dibin dibêjin ‘me qenc kir wan kuşt. Vê yekê hakim jî dozger jî û parêzer jî dizanin ku wan vê yekê kirine. Bes e. Êdî me nebin û neynin. Ceza bidin em xelas bibin.”

“Li Tirkiyê şerê heq û batilê heye”

Mustafa Boruyê mamê Şehît Yasîn Boru diyar kir ku li Tirkiyê şerê heq û batilê heye û zulma di 6-8ê Cotmehê de hat kirin li Îslam û hemî Mislimanan hatiye kirin. Dûvre Boru wiha diyar kir: “Xweda Yasîn Boru û hevalên wî hilbijart û hilgirt cem xwe. Rastî hedef ew nebûn. Armanca wan însanên ku Yasîn Boru û hevalên wî temsîl dikirin bû. Yanê hemî Misliman.”

“Hikûmet nû pê hesiya ku hedef Misliman in”

Boru destnîşan kir ku dewlet û hikûmet nû pê hesiyane ku hedef û armanc Misliman in. Dûvre Boru wiha axivî: “Em ji berê ve dibêjin ku hedef Misliman in. Û ji ber ku ev birayên me jî Misliman bûn hatin qetilkirin. Heke Misliman ji yekitî û biratiyê diaxivin bila bizanin ku wê rojê hemî qedsiyetên Mislimanan hatibûn binpêkirin. Hemî qudsiyetên wan dihatin perçekirin. Ji ber vê yekê pêwîst e ku xwedî li dozê derkevin.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir