Li gelek bajaran dibistan tatîl bûn
Li gelek bajarên ku barîna berfê didome dibistan ji bo îro hatin tatîlkirin.
Li Tirkiyê barîna berfê jiyanê wek neyînî bandordar dike. Hat ragihandin ku li gelek bajar û navçeyan ji ber barîna berfê dibistan tatîl bûne.
Bajarên ku dibistan tatîl in wiha hat rêzkirin:
Enqere, Afyonkarahîsar û navçeyên girêdayê navend û gundê wê, Bîlecîk, Bolu û gundên wê, navçeyên Yenîşehîr, Buyukorhan û Harmancika Bursayê; navçeyên Ilgaz,Kurşunlu û Yaprakliya Çankiriyê; li Denîzliyê ji xeynî navçeya Saraykoyê gelemperê bajêr, Eskîşehîr, Isparta, Karaman, Kirikkale, Kirşehîr, Kutahya, navçeyên Akşehîr, Doğanhîsar, Ilgin, Kulu û Tuzlukçuya Qonyeyê; navçeya Demîrciya Manîsayê, Uşaq, Yozgat
Her wiha ji bo gelek bajêran hat diyarkirin ku ji bo kesên astengdar û ducanî jî destûr hatiye dayîn ku neçin serê kar. (ÎLKHA)