• DOLAR 32.368
  • EURO 34.961
  • ALTIN 2325.452
  • ...
"Ez bang li gel dikim ku zêdetir bi niştinên din re eleqe bikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Parêzer Gulden Sonmeza Alîkarê Serokê Giştî ya ÎHHyê ya ku ji roja Doza Yasîn Boru û yên hevalên wî dest pê kiriye heta îro her tim beşdar bûye piştî mehkemê daxuyanî da û diyar kir ku bi vê wehşetê dilê mirovahiyê birîndar bûye.

Gulden Sonmeza ji parêzerên dozê diyar kir ku di qonaxa lêpirsînê de gelek bextreşî çêbûne û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di qonaxa lêpirsînên din de dosyeya  him endamên ewlehiyê, him rêvebirina bêrêk û pêk a lêpirsîna serdozgeriya Diyarbekirê, kêmasiya gelek tiştan û hinek xisûsên ku hatine veşartin. Dosyayekî ya ku gelek direng vebûye û gelek kêmasiyên wê heye. Û li Diyarbekirê nayê rêvebirin li Enqerê tê rêvebirin.”

Sonmez wiha pê de çû: “Me nerazîbûna xwe ya di derbarê meşandina darizandinê de anî ziman. Heta hemî parêzerên ku beşdarê niştinê bûbûn salonê terk kirin. Niştina herî dawî jî hat qonaxekî ya ku baş tê şopandin. Lewra wekê ku em îro jî dibînin însan tên û vê dozê dişopînin. Wîjdana însanan birîndar bû. Ji ber wehamet, wehşeta ku hatiye kirin û ev em deyndarê van zarokan in civak vê dozê wek meselekî wîjdanî dibîne û vê dozê dişopîne.”

Dê teleba ‘bila kesên ku vê yekê dane kirin jî werin darizandin’ bidome

Sonmez diyar kir ew hêvîdar in ku daraz demildest çi hewce dike pêk bîne û dawî li vê yekê bîne. Dûvre Sonmez wiha destnîşan kir: “Qe ne be tehliyenekirina van kesan kêfa xizmên şehîdan kêf xweş dike. Hûn jî dizanin. Di serî de hinek kesên ku eşkere bû daxîlê vê yekê bûbûn hatin tehliyekirin. Em temenî dikin ku di demekî kurt de ev kêmasî werin temînkirin û cezayê wan çiye bistînin. Parêzer û xizmên şehîdan daxwaz kiribûn ku kesên vê bûyerê dane kirin jî bila daxîlê dosyayê werin kirin. Dê teleba ‘bila kesên ku vê yekê dane kirin jî werin darizandin’ bidome.”

“Herkes bi kelecan bendewar e ku vê encamê bibîne”

Sonmez ragihand heke kesên xwedî wîjdan dev ji vê bernedin dê sûcdar cezayên ku heq dikin bistînin. Dûvre Sonmez wiha li axavtina xwe zêde ki: “Herkes bi kelecan bendewar e ku vê encamê bibîne. Ez vê yekê jî bibêjim. Heke darizandin bi şiklekî baş pêk neyê û kesên sûcdar cezayên wan çine nestînin dê wê çaxê tûndî belavê hemî kolanan bibe.”

 “Niştinên ji vir pê ve herî kêm qasê niştinên berê girîng in”

Sonmez wiha bang li kesên ku dozê dişopîne kir: “Ez jî bi wesîla we bang bikim. Niştinên ji vir pê ve herî kêm qasê niştinên berê girîng in. Pêwîst e ku şopîner bi israr, wek eynat helwesta wê wîjdanî û adilane bibe. Ez jî bi wesîla we bang bikim. Niştinên ji vir pê ve herî kêm qasê niştinên berê girîng in.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir