• DOLAR 32.492
  • EURO 34.952
  • ALTIN 2435.485
  • ...
"Hesta edaletê zirar dîtiye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê beşdarê doza ku qetîlên Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz tên darizandin bû diyar kir ku di pêvajoya dozê de hesta edaletê zirarê dîtiye.

Wekê ku tê zanîn Serokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ji bo ku derkevin kolanan bang li alîgirên xwe kiribû û di 6-8ê Cotmeha 2014an de alîgirên PKK/HDPê derketibûn kolanan û însanan qetil û derdoran talan kiribûn. Dawî li niştina 11 emîn a doza ku qetîlên Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz di encama vê bangewaziyê de hatin qetilkirin tên darizandin di Mehkemeya Cezaya Giran a 2 yemîn a Enqerê de hat dîtin.

Doza ku di Mehkemeya Cezaya Giran a 2 yemîn a Enqerê de tê dîtin û 19ê wê girtî bi tevahî 41 kesên tên darizandin taloqê 25ê Çileya Paşîn a sala 2017an bû.

Yapicioglu diyar kir ji ber ku pêvajo dirêj bû edalet pêk nehatiye. Dûvre Yapicioglu wiha destnîşan kir: “Hilgirtina îfadeyên şahidek, hatina raporek HTS, hilgirtina raporekî adlî zêde dirêj didome. Û edalet ciyê xwe nagire.  Di qomaxa lêpirsînê de ji ber ku çewtiyên mezin hatine kirin gelek kêmasî hene.”

Yapicioglu diyar kir heke ku di dosyayê de bes kesên êrîşker werin darizandin û ceza ji wan re were dayîn dê ev yek raya giştî tatmin neke. Dûvre Yapicioglu wiha liaxavtina xwe zêde kir: “Hesta edaletê zirar dîtiye. Kesên ku wan însanan dexistine kolanan û kesên wezîfedar ên ku wezîfa wan ew e ewlehiyê pêk bînin. Gelo di wezîfa wan de îhmal û qestek heye , tune? Heta ev neyê tespîtkirin doz nayê temamkirin. Heke ev doz biqede, tevahiya kesên tên darizandin werin cezakirin jî heta bi şiklê ku em dibêjin lêkolîn neyê kirin û neyê diyarkirin û ew kes neyên cezakirin dê em dev ji vê yekê bernedin.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir