• DOLAR 32.392
  • EURO 35.145
  • ALTIN 2324.16
  • ...
"Salekî zêdetir e ku bersivekî tetmînkar nehatiye dayîn"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji parêzerên muştekî Hasan Bozdaş bal kişand doza ku Yasîn Boru, Husyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz ji salekî zêdetir e ku didome. Lê di derbarê vê yekê de biryarekî ku dê malbatên mexdûran tetmîn bike nehatiye dayîn.

Wekê ku tê zanîn Serokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ji bo ku derkevin kolanan bang li alîgirên xwe kiribû û di 6-8ê Cotmeha 2014an de alîgirên PKK/HDPê derketibûn kolanan û însanan qetil û derdoran talan kiribûn. Dawî li niştina 11 emîn a doza ku qetîlên Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz di encama vê bangewaziyê de hatin qetilkirin tên darizandin di Mehkemeya Cezaya Giran a 2 yemîn a Enqerê de hat dîtin.

Doza ku di Mehkemeya Cezaya Giran a 2 yemîn a Enqerê de tê dîtin û 19ê wê girtî bi tevahî 41 kesên tên darizandin taloqê 25ê Çileya Paşîn a sala 2017an bû.

Bozdaş diyar kir ku ji ber kêmasiya personelan bersûc beşdarê niştina îro nebûne. Her wiha Bozdaş destnîşan kir ku hinek analîzên DNAyê hêj negihaye destê lijneya mehkemê.

Bozdaş wiha axivî: “Pêwîst bu ku di vê niştinê de agahî bihatibûya dayîn. Lê nehat dayîn û mehkeme talêqê 25ê Çileya Paşîn a sala 2017an bû. Em hêvîdar in ku heta 25ê Çîleya Paşîn kêmasî werin temînkirin. Em hêvîdar in ku pêvajoya ji 25ê mehê pê ve serdozgerê komarê bişopîne.”

Hasan Bozdaş bal kişand doza ku Yasîn Boru, Husyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz ji salekî zêdetir e ku didome. Lê di derbarê vê yekê de biryarekî ku dê malbatên mexdûran tetmîn bike nehatiye dayîn. Dûvre wiha dawî li axavtina xwe anî: “Lewra qonaxa lêpirsînê ji suîstîmalên cidî hatibû dagirtin. Em bûn şahid ku saziya wek FETO tê zanîn çawa li ser vê dosyayê lîstiye û bersûc û kesên vê yekê dane kirin çawa daye veşartin. Di vê qonaxê de em li mehkemê tetmîn nabin.” (ÎLKHA) 







Bu haberler de ilginizi çekebilir