• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Ji ber sir û seqemê sûlavê cemed girt
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Êlihê piştî barîna berfê sir û seqem li navçeyên bajêr bandordar bû. Sûlava li Gundê Tanîsora girêdayê Qabilcewzê ji ber hewayê serma cemed girt.

Ji nişteciyên navçeyê Sabahattîn Atalay diyar kir ku mirov ji mêzekirina sûlava cemedgirtî têr nabe. Dûvre Atalay wiha pê de çû: “Ez li navçeya Qabilcewzê rûdinêm. Dema ku ez ji rê derbas bûm min sûlavê dît. Hewa pir sar e û her wiha ji ber ku sûlav rojê nabîne cemed girtiye. Hewa pir sar e. Lê di mehên zivistanê de Qabilcewz pir xweş e.”

Her wiha hat dîtin ku ji ber sir û seqemê li Gundê Tanîsorê cemeden nezî 2 mêtreyî pêk hatine. (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir