Dê îro niştina 11 emîn a Doza Yasîn Boru were dîtin
Niştina 11 emîn a doza ku qetîlên Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz tên darizandin dê îro were dîtin.
Wekê ku tê zanîn Serokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ji bo ku derkevin kolanan bang li gel kiribû û di 6-8ê Cotmeha 2014an de gel derketibûn kolanan û însanan qetil û derdoran talan kiribûn. Niştina 11 emîn a doza ku qetîlên Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz tên darizandin dê îro di Mehkemeya Cezaya Giran a 2 yemîn a Enqerê de were dîtin.
Di îdianameya dozê de 19ê wê girtî bi tevahî 41 bersûc tên darizandin û di idîanameyê de tê diyarkirin ku di 7ê Cotmeha 2014an de li Diyarbekirê Yusuf Er, Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz ji teref PKKê ve dûçarê êrîşê bûne.
Her wiha di idîanameyê de ji ber ku Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz bi hîsekî wehşiyane hatine qetilkirin ji bersûcan re wek ceza hepsa sermedî ya ku 4 car hatiye girankirin tê xwestin. (ÎLKHA)