• DOLAR 32.331
  • EURO 35.068
  • ALTIN 2296.439
  • ...
Ji HUDA PARê nirxandina rojevê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyaniya HUDA PARê de hat diyarkirin ku pêkanîna agirbesta di nabeyna terefan de a li Sûrî, girîng e ku hatiye deklarekirin sedemên îxtîlafan çareserîyekî leşkerî nîne û ji xeynî vê yekê Ûris bûye ji dewletekî garantor. Ev yek wek eyb ji welatên li herêmê re bes e.

Navenda Giştî ya HUDA PARê di derbarê rojevê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de qala danezana di nabeyna Tirkiye, Îran û Ûris de ya ku li Moskovayê hat îmzakirin, biryara di derbarê rejîma sîyonîst a BMGKyê û guhertina makeqanûnê hat kirin.

Danezana hevpar a Moskovayê ya ku di nabeyna Tirkiye, Îran û Ûris de hatiye îmzakirin

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin girîng e ku herî dawî rewş hatiye xala ku çendîn sal e wan di derbarê pirsgirêka Sûrî de dianîn ziman. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Ev 5 sal e ku em dibêjin di erdnîgara Îslamê de xwîn dirije û bi taybet Sûrî bûye wek ciyê pêt û alavê. Ji ber vê yekê karê herî ewil divê ku mirov vê xwînê bide sekinandin, agirê bide tefandin û demildest agirbest pêk were. Ne hewce bû ji bo hatina vê xala ku çendîn sal e em tînin ziman nêzî milyonek însan bimirîna, bi milyonan însan jî ji cî û warên xwe bibûna û Sûrî bûbûya kavil. Her wiha li Sûrî di nabeyna terefan de agirbest pêk hatiye û hatiye deklarekirin ku çareseriyekî leşkerî ji bo vê îxtîlafê tune û lêgerîna çareseriya siyasî girîng e.”

“2 welatên ku hewl didin ji bo Umeta Îslamê rêberî bikin ‘li ser Komara Ereb a Sûriya Laîq’ li hev hatine”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di danezana ku li Moskovayê hatiye îmzakirin de Ûris bûye ji dewletekî garantor û ev yek wek eyb ji welatên li herêmê re bes e û 2 welatên ku hewl didin ji bo Umeta Îslamê rêberî bikin li ser ‘Komara Ereb a Sûriya Laîq’ li hev hatine. Dûvre di daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin:

Gor biryara ku Konseya Ewlehiya Navneteweyiyên Yekbûyî ya ku bi dengdana dîroka 18ê Berfanbara 2015an a bi jimara 2254an hat dayîn ku dê di nabeyna 6 mehan de hikûmetekî wek berfireh û nr gor mezhebê bibe were avakirin, di nabeyna 18 mehan de jî bi tftîşkirina NYyê hilbijartin çêbe. Ev biryar erênî ne. Agirbest ji bo hemî terefan derbasbûyî nîne. Ev yek îxtîmala agirbestek ji bo demek dirêj û mayînde ji holê radike û rîska îhlalkirinê zêdetir dike. Wek HUDA PAR roja ku şerên navxweyî ya Sûrî dest pê kiriye heta îro me her tim gotiye ji bo çareseriya vê pirsgirêka ku ya Umetê ye divê welatên herêmê werin cemhev. Di qonaxa herî dawî de di danezana ku li Moskovayê hay îmzakirin de Ûris bûye ji dewletekî garantor û ev yek wek eyb ji welatên li herêmê re bes e û 2 welatên ku hewl didin ji bo Umeta Îslamê rêberî bikin ‘li ser Komara Ereb a Sûriya Laîq’ li hev hatine. Gor biryara ku Konseya Ewlehiya Navneteweyiyên Yekbûyî ya ku bi dengdana dîroka 18ê Berfanbara 2015an a bi jimara 2254an hat dayîn ku dê di nabeyna 6 mehan de hikûmetekî wek berfireh û nr gor mezhebê bibe were avakirin, di nabeyna 18 mehan de jî bi tftîşkirina NYyê hilbijartin çêbe. Ev biryar erênî ne. Çareseriyekî erênî ya mayînde jî ew e ku Îslama ezîz li her derê Îslamê were tetbîqkirin.”

Dawîlêhatina vê trajediyê ew e ku îxtîlaf bi dîyalogê werin çareserkirin

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku her salekî ku derbas dibe jimara penaberên ku di rê de jiyana xwe ji dest didin zêdetir dibe. Mezlûm bi lîstîkên Xerbê re dikevin hev. Çareseriya vê yekê jî bes ew e ku Dawîlêhatina vê trajediyê ew e ku îxtîlaf bi dîyalogê werin çareserkirin.

Dûvre di daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: “Her sal zêdetir penaber di rêya koçkirinê de jiyana xwe ji dest didin. Komîsertiya Bilind a Penaberên NYyê diyar kir ku di nav sala 2016an de di Behra Spî de jimara penaberên ku wek xeniqandî jiyana xwe ji dest dane. Her çi qas ji teref Yekîtıya Ewrûpayê ve were diyarkirin ku ew hewl didin penaberan xelas bikin eşkere ye ku penaberên serê bot û keştiyan dibin wek zanîn tên xeniqandin. Xerb ji bo ku zêdetir çek bifroşe welatan dikêşe nav şerên navxweyî û wan feqîr dike. Însan jî hewl didin ji vê yekê birevin. Lê di Behra Spî de wek komî wehşiyane tên xeniqandin. Ev yek jî rûyê Xerbê ya rast dide nîşandan.Kesên ku ji behrê jî xelas dibin û digihêjin Ewrûpayê û li wir distirin li wir dûçarê şert û mercên xerab dibin û muemeleyekî dereînsanî li wan tê kirin. Li dijî vê yekê rê bes ew e kesên ku ji lîstikên Xerbê re dibin lîstok huşyar bibin. Îxtîlafên di nabeyna xwe de bi dîyalogê çareser bikin û dawî li vê trajediyê bînin.”

Divê welatên Îslamê hemî bihev re hereket bikin û şebeka teroran a wek naskirina dewletê berdin

Di daxuyaniyê de qala biryara di derbarê rejîma sîyonîst a BMGKyê de jî wiha hat kirin: “Di derbarê biryara ku ji teref Konseya Ewlehiya NYyê ve wek bila axên di bin îşqala rejîma sîyonît û fealiyetên înşayên dêmanan ‘demildest û ji bilî ve’ were sekinandin girîng e. Danekirina li dijî erjîma terorê ya ku diyar kiriye dê vê biryarê pêk neyne girîngtir e. Rejîma terorê heta îro biryarên ku di derbarê wê de wek danekirin hatine dayîn pêk neaniye. Dê ev yek bibe sedema lêpirsîna NYyê û êdî dê biryarên ku ew dide wek girîng neyê hesibandin. Divê ku bes ji bo ku aştiya li herêmê pêk were hewl neyê dayîn. Pêwîst e dawî li terora sîyasî ya ku aştiye hemî dinyayayê tehdît dike were. Eşkere ye ku dê NY vê yekê neke. Nexwe divê welatên Îslamê hemî bi hev re hereket bikin, hemî têkiliyên xwe bibirin û dev ji naskirina wek dewlet a şebekeya terorê berde.”

“Daxwaz û hêviya gel ew e ku makeqanûnekî ya ku dê bi bawerî, çand û urfên wê re wek aştiyane, mehelî û nû bibe”

Di daxuyaniyê de qala guhertina makeqanûnê û helwesta mixalefetê hat kirin. Di derbarê mijarê de wiha hat destnîşankirin:

“Ji bo ku Serekomar ratsterast ji teref gel ve were hilbijartin û binesaziya huqûqî ya rewşa fiîlî ya di rêvebiriya welatê de pêk were tê xwestin ku makeqanûn were guhertin. Armanca teklîfa ku ji meclîsê re hatiye pêşewazkirin erkek rêvebirinê ya tenê bi serê xwe û xwedî hereketekî berfireh pêk were. Ev teklîfa guhertina vê makeqanûnê ya ku ji guhertina pergala hikûmetê pêk tê ji teref hinek partiyên mixelefet ve tên nîqaşkirin. Hatiye tespîtkirin ku ev yek bi diltirsiya îtîdarê wek zanîn tê kirin. Tu kes seltanata ku rêvebirî ji bavê wek mîras dikeve destê lawê û dûbareanîna vê yekê naparêze û naxwaze. Lê hinek kes diyar dikin ku ew weledên manewî yên yên rêvebiriya ewil a Komarê û mîrasvanên vê yekê ne. Ew idîa dikin ku heqê rêvebiriyê ya wan e û vê yekê jî li ser navê Komartiyê dikin. Heke teklîfa ku heye bibe qanûn dê bes li ser hişmendiya Kemalîst û yekparêz pêk were û dê ji ruhê faşîst û nirxên baweriya gel dûr nekeve. Daxwaz û hêviya gel ew e ku makeqanûnekî ya ku dê bi bawerî, çand û urfên wê re wek aştiyane, mehelî û nû bibe.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir