• DOLAR 32.563
  • EURO 34.817
  • ALTIN 2489.29
  • ...
Zivistanê xebata bi zehmet a heywandaran
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Heywandar û ajalvanên Kanîreşa Çewligê ji ber barîna berfê wek neyînî bandordar bûne di gel hemî zehmetiyên zivistanê kar û barên xwe didomînin. Heywandar di şert û merc û derftên zivistanê giyah di dangehê de didin pez û dawaran.

Bi barîna berfê ya li herêmê re kar û barên rêncerên ku bi pez û dewaran re mijûl in zehmettir dibe. Lewra ji bo rêncberan barîna berfê zehmet û renc e. Dema ku berf dibare rêncberên ku bi heywanan re mijûl dibin di tekîneyên ku ji hesinê hatine çêkirin de av didin heywanên xwe.

Ji rêncberan Omer Çelîkê ku rojê 2 dan di dangehê de alif dide heywanan wiha axivî: “Çavkaniya aboriya me heywandarî ye. Gelemperê gundiyên me zivistanan diçin welatên germ. Ji ber ku ka û giyahên me hebûn em li gund man. Ji ber ku karê abv û kalên me ye em pê re mijûl dibin. Em zêde ji vê yekê razî nînin lê em mejbûr in.”

Orakçi diyar kir ku li herêmê jimara pez kêm bûye. Ji ber vê yekê Orakçi diyar kir divê ku dewlet di derbarê vê yekê de piştgirî bide heywandaran.

“Li rojhilat tu kes wekê berî heywan xwedî nake”

Orakçi diyar kir ji ber ku jimara pezên wî yên sor kêm e dewlet piştgirî nade wî. Dûvre Orakçi wiha destnîşan kir: “Projeya dewletê ya ji bo pezên sor heye. Ev yek jî gor jimara ku hatiye diyarkirin tê dayîn. Kesên ku 200-250 heywanên wê hebe sûdê ji vî projê dibîne. Lê ji ber ku 90 pezê me heye em sûdê ji vê projê nabînin.” (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir