• DOLAR 32.376
  • EURO 35.064
  • ALTIN 2325.797
  • ...
"Li Helebê menzereyên ku mirov fedî dikir lê mêze bike hebûn"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê ÎHHyê Bulent Yildirim li Mêrdînê ji rojnamevanan re daxuyanî da. Yildirim bal kişand sere drama li Helebê û dûvre destnîşan kir ku ev tehliye di encama zextên gel de pêk hatine.

Serokê Giştî yê ÎHHyê Bulent Yildirim li Mêrdînê ji rojnamevanan re daxuyanî da. Yildirim diyar kir ku li ber çavê dinyayê 15 roj bê navber Heleb hat bombebarankirin û di encama vê yekê de gelek însan jiyana xwe ji dest dan.

Yildirm wiha li axavtina xwe zêde kir: “STK têketin hereketê. Wek ÎHH me konvoyek li dar xist û me bang li dinyayê kir. Bangewaziyê zextê pêk anî û lîderên dinê têketin hereketê. Divê ku STK di rewşekî wiha de bi lez hereket bikin. Heke me berê vê yekê bikiraba belkû dê zêdetir însan xelas bûbûna. Me li Reyhanliyê mîtîngekî mezin li dar xist. Bi vê mîtîngê re agirbest hat îlankirin. Tirkiye bi Ûris re hevdîtin kir û vê agirbestê pêk anî. Wek ÎHH em çûn ciyê ku tehliye pêk dihat.”

“Me li Helebê menzereyên ku mirov fedî dike lê mêze bike dît”

Yildirim diyar kir ku wan dema tehliyê dîmenên ku mirov fedî dike lê mêze bike dîtine. Dûvre Yildirim wiha destnîşan kir: “Heta niha 45 hezar însan ji Helebê hatin tehliyekirin. Menzereyên li wir we jî dît. Ne hewceye ku mirov bibêje. Me li Helebê menzereyên ku mirov fedî dike lê mêze bike dît. Di tehliya ewil de dergûşek dicirifiya. Min betanî lê pêça û wê danî ser milê xwe.” (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir