• DOLAR 32.432
  • EURO 34.459
  • ALTIN 2489.062
  • ...
Penaberê Helebî: Dema ku em dengê balafiran dibihîsên hêj ditirsin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbata Şabana ku ji ber êrîşên rejîma Esed û balafirên şer ên Ûris 6 meh berê ji Helebê koç kiriye û hatiye li Êlihê sitiriye qala şerê ku li ser derûniya wî bandordar bûye kir û bal kişand ser drama li Helebê. Malbat diyar kir ku ew hêj jî dema ku em dengê balafiran dibihîsên ditirsin.

Nacî Şabanê  bi 2 zarok û jina xwe ve 6 meh berê ji Helebê koç kiriye û hatiye li Êlihê sitiriye di dikanekî cil û bergan de dixebite û meaşekî kêm distîne. Şaban diyar kir ku ew hewl dide bi vê meaşê debara xwe temîn dike. Her wiha Şaban diyar kir ku wî di nexweşxaneyekî de wek pratisyen tixtorî dikir. Jina wî jî tib dixwend lê ji ber êrîşan wê nekariye mekteba xwe biqedîne.

Şaban wiha destnîşan kir: “Ez di meha 4 emîn a sala 2016an de hatim Tirkiyê. Nêzî mehekî li sînorê Sûrî mam. Hikûmeta Tirkiyê alîkariya gel û mihacirê Sûrî kir. Hikûmeta Tirkiyê alîkariya min jî kir da ku ez werim li vir.”

“Em mecbûr man me ji wir koç kir”

Şaban wiha qala zehmetiyên ku li Helebê kişandine kir: “Em li derdora bajarê Helebê rûdiniştin. Min li wir tib xwend. Dûvre min nekarî ez serlîsansa xwe biqedînim. Dema bûyerên Sûrî dest pê kirin me zehmetî kişand. Em mecbûr man me ji wir koç kir. Ji ber şerên li herêma me em bi zor û zehmetiyan re rû bir û man. Ji ber vê yekê em mecbûr man me ji wir koç kir.”

“Li vir hêj jî dema ku em dengê balafiran dibihîsin ditirsin”

Şaban bal kişand ku ew hêj ji bandora neyînî ya şerê xelas nebûne. Dûvre Şaban wiha ragihand: “Ji ber ku ji dengê balafirên li Sûrî ditirsan wek derûnî em li vir jî dema dengê balafiran dibihîsin ditirsin. Zarokên min dema dengê balafirê dibihîsin hêj ditirsin. Lewra ji ber balafirên şer wek derûnî bandordar bûne.”

“Însanan dest bi xwarina goştên heywanên wek pisîk û koçikan kiribûn”

Şban diyar kir ji ber ku Heleb navendekî ticaretê bûye bajar bûye hedefa rejîma Sûrî. Dûvre Şaban wiha li axavtina xwe zêde kir: “Nifusa Helebê nêzî 4 milyonan bû. Heleb wek aborî payîtextê Sûrî ye. Navendên ticarî û pîşesazî hemî li Helebê ne. Ji ber vê yekê ji bo ku rejîma Sûrî hakimê Helebê bibe vê yekê kir. Di nabeyna 3 mehan de rejîma Sûrî Helebê dorpêç kir. 400 hezar însanan li wir dorpêç kir. Van însanan ji her cûr xwarin û vexwarinê mehrûm hêştin. Hêzên Rejîmê ji bo ku Rojhilata Helebê teslîm bibe 400 hesar însanan bê av û nan hêşt. Ev yek 5 meh berdewam kir. Rejîm bêhna însanên li wir li wan teng kir.”

“Rojê 100-150 însan dihatin kuştin”

Şaban bal kişand ku qîmeta lîtrekî şîr bû 150 dolar. Dûvre Şaban wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi vî şiklê rejîm zextê li gel kir. Rojê 100-150 însan dihatin kuştin. Balafirên şerê bombebaran dikir. Bombeya mîsketê bikar dianiya. Ev bombe 3 car diteqiya. Di encama teqîna bombeyên mîsketê çalên 10 mêtreyê pêk dihat. Her cûre xizmetên tendirûstiyê sekinîbû. Tixtorê herî dawî yê zarokan jî hat kuştin.” (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir