Li Sêrtê di operasyona PKKê de 4 kes hatin girtin
4 kesên ku di operasyonên li Sêrtê de hatibûn binçavkirin ji teref mehkemê ve hatin girtin.
Li navçeyên Perwerî, Erûh, Baykan û Misirceya Sêrtê li dijî PKKê operasyon hatibûn lidarxistin û di van operasyonan de 20 kes hatibûn binçavkirin. Serokê Navçeya Baykanê jî di nav de tev de 20 kes hatibûn binçavkirin ku ji van 4 kes ji teref mehkemê hatin girtin.(ÎLKHA)