Serokên şaredariya DBPyî hatin girtin
Hat ragihandin ku li Bedlîsê di bergeha lêpirsîna li dijî PKKê de serokên şaredariya DBPyî yên ku hatibûn binçavkirin hatin girtin.
Li Bedlîsê di bergeha lêpirsîna li dijî PKKê de serokên şaredariyên DBPyî Serokê Şaredariya Mutkan Ozcan Bîrlîk, Serokê Şaredariya Hîzanê Îhsan Ugur û Serokê Şaredariya Yolalanê Felemez Aydin hatin girtin.
Hat ragihandin ku bersûcan şandine Girtîgeha Tîpa Eyê ya Girtî ya Bedlîsê. (ÎLKHA)