• DOLAR 32.577
  • EURO 35.025
  • ALTIN 2430.894
  • ...
Tekoşîna bi zehmet a bi berfê re ya rêncberan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Barîna berfê li Mûşê rêncberan wek neyînî bandordar dike. Rêncberan destnîşan kirin ku çendîn roj e heywanên wan birçîne û ew bi berfê re micadele dikin.

Li Mûşê rêncberên ku pez xwedî dikin ji ber barîna berfê bi şape û yelefbûna heywanan re rû bir û man.

"Heywanên me him birçî ne û him jî ji ber berfê nikarin bimeşin"

Ji rêncberan Celal Yalçin diyar kir ku ew bi hetwanan re rojê 4 saet dimeşin. Yalçin diyar kir ku di gundika dimînin de 8 mal hene. 5 malê wê pezên xwe dibin Gunê Karabeya ku 10 km ji gundikê dûr e. Dûvre Yalçin wiha axivî: “Ji ber ku li vir ji bo pezê me ka û giyah hebû em mecbûr man çend roj jî li wir man. Em di nav derfetên zor û zehmet de heywanên xwe dibin Gundê Karabeyê. Ev 3 roj e em di rê de ne. Heywanên me him birçî ne û him jî ji ber berfê nikarin bimeşin. Em rojê bes 4 saet dikarin bimeşin. Di van derfetên neyînî de rewşa herî baş ew e ku em bi şev di avahiyên terkkirî de dimînin. Em heywanên xwe li vir dihewînin. Înşaellah dê em îro bigêhêjin Gundê Karabeyê.”

Ji rêncberan Rahmetullah Gungor diyar kir ku ew bi şapê re rû bi rû mane û Îdareya Taybet a Bajêr wezîfa xwe pêk ne aniye. Dûvre Gongor wiha destnîşan kirin: “Ev nêzî heftiyek e ku em heywanên xwe neqil dikin. Ji ber şertûmercên hewayê ya neyînî 3 roj e em di rê de ne. Roja ewil a ku berf dibariya kekê min hewl da ku heywanan bîne. Li ji ber şapeyê mecbûr ma vegeriya gundikê. Him bi xwe û him jî heywanên me bi xeterê re rû bi rû man. Wek 8 kes me lekan li xwe kiriye. 9 KM me rê vekir. Li ji ber ku berf zêde ye ev 3 roj e em di rê de mane.”

"Ev 3 roj e heywanên me birçî ne"

Rukiye Dag idîa kir ku wan tim û tim li Îdareya Taybet a Bajêr geriyane. Lê îdare ji bo çareseriya pirsgirêkê hewl nedaye. Dûvre Dag wiha pê de çû: “Heta ku berf bibare em li Gundika Kamîşê dimînin. Îsal jî heta berf barî em li wir man. Lê ji ber ku berf ji nîşka ve dest pê kir em li vir man. Ev 3 roj e heywanên me birçî ne. Yanê îro roja 3 yemîn e. Xweda şukir ku li ser rêya me gom hene.” (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir