• DOLAR 32.454
  • EURO 34.863
  • ALTIN 2477.434
  • ...
Ji ber zilma PYDê xwe şewitand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her roja ku derbas dibe li Kurdistana Sûriyê zilm û zexta PYDya niçika PKKê zêdetir dibe. Kesekî bi navê Hemîd yê ku li Serê Kaniya Kurdistana Sûriyê dijî êdî  li ber van neheqî û zilman îdare nekir û xwe şewitand.

Hamîdê ku wî rakiribûn nexweşxanê di vîdyoya ku li ser medyaya civakî hat parvekirin de destnîşan kir êdî ew nema li neheqiyên ku li wî hatine kirin tahamul kiriye û ji ber vê zilma PYDê xwe şewitandiye.

Hamîd di axavtina xwe ya ku di derbarê mijarê de kir de destnîşan kir ji ber ku wî ruşvet nedaye PYDê, wî girtine û nêzî 4 mehan wî di girtîgehê de girtine, Hamîd piştî ku  hat berdan jî ji bo heqê xwe bigere çûye Meclîsa Bajêr a Şaredariyê lê li wê derê êrîşî kirine û wî derb kirine.

Hamîd axavtina xwe ya di derheqê neheqiyên ku li Kurdistana Sûriyê ji teref PYDê ve tên kirin wiha domand: “Edalet nîne, li şaredariyê gelek karên diziyê tên kirin.  Li şaredariyê karê diziyê ji teref Îdrîsê Atiya ve tê kirin. Her wiha Mihemedê Mistoy ê ku li Serê Kaniyê peywirdar e mazotê dişîne terefa DAIŞê da ku bê firotin.  Kesên ku vê neheqiyê li min kirine e Îdrîsê Atiya, Ebû Nesrîn, Şêrwan, Niyabê, Ahmed e. Ev kesên karê diziyê dikin û li derdorê ruşvetê berhev dikin. Ji ber ku min ruşvet neda wan ew bûn sebeb ku ez bikevin vî halî. Berî 5 mehan ez çûm şaredariyê, li wê derê êrîşî min kirin û min derb kirin. Min ji Serê Kaniyê derxistin û şandin Qamişloyê. Ên li Qamişloyê jî wek wan in. Mêze kin îro li Qamişlo çi kirin ji min. Ez heqê xwe dixwazim.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir