• DOLAR 32.585
  • EURO 34.923
  • ALTIN 2431.06
  • ...
"Ji tirsa dê mala min hilweşe ez heta sibê nobet digirim"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Êlihê malbata Esmeray a ku li Taxa Îluhê di mala nelihevhatî de dijî destnîşan kir ku ew ji ber tirsa ku dê mala wan xera bibe ew heta sibê ranazê.

Rukiye Esmeray diyar kir ku wexta banê mala wan hilweşe. Esmeray diyar kir ku wan ji ber tuneyiyê nekarîne mala xwe ji nû ve saz bikin. Ji ber vê yekê Esmeray ji desthilatdar û xêrxwazan alîkarî xwest.

Esmeray wiha diyar kir: “Mêrê min bê kar e. Rojane dixebite. Rojên berf û baran mala me dilop dike. Dema ku zêde dibare mirov dibê qey dê hilweşe. Rewşa me ya maddî tune. Daxwaziya me bes ew e hêj ku mala me hilneweşiyaye ji nû ve were sazkirin.”

“Ji tirsa dê mala min hilweşe ez heta sibê nobet digirim”

Esmeray diyar kir ku ew ji ber tirsa ku dê mala wan xera bibe heta sibê nobet digirin. Dûvre Esmeray wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hûn rewşa me dibînin. Derdê me bes avahiyek e. Ji tirsa dê mala min hilweşe ez heta sibê nobet digirim. Piraniya mala me xera bûye. Ez bang li xêrxwazan dikim.”

“Mala me ji dûpişk û mişkan dagirtî ye”

Esmeray destnîşan kir ku mala wê ji mişk û dûpişkan dagirtiye. Dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi taybet rojên baranî banê malê dilop dike. Mal dê hilweşe ser serê me. Îhtiyaciya me bes malek e. Derfetên me tune ku em têkevin kirê.”

Esmeraya bang li desthilatdar û xêrxwazan kir wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji 10 hezar lîreyan deynê me heye û em nikarin deynê xwe bidin. Rojekî nanek min a hişk hebû. Min danîbû li ber derî. Ji ber ku nanê me tunebû ew nanê ku min danîbû li wir dûbare min anî da zarokên xwe. Ez wê rojê tu wext ji bîr nakim.” (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir