• DOLAR 32.527
  • EURO 34.846
  • ALTIN 2489.117
  • ...
Kêfxweşiya xwendina Qur'anê ya xaltiya 74 salî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xaltiya Fatma berî vê 4 mehan ji Qahramanmaraşê hat Entabê û li ba qîza xwe bi cî bû. Piştî ku Xaltiya Fatma li ba qîza xwe bi cî bû re li qursa Qur’anê dest bi fêrbûna Qur’anê kir  û di demeke kurt de Qur’ana Kerîm hîn bû û bi vê ezm û cehda xwe ji kesên derdora xwe re bû mînak.

Tatli di  derbarê mijarê de destnîşan kir  kesên ku wê dibînin dixwazin Qur’anê hîn bibin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ez ji bo hînbûna Qur’anê têm vê qursê. Pir bextewarim.  Ez hewil didim Qur’ana Kerîm bixwînim. Ez pir dixwazim bixwînim. Lê ji ber extiyarbûnê ez zehmetiyê dikşînim.  Ez weke ku hê nû hatime dinyayê. Dema ku em zarok bûn ger ku em hîn bûbana dibû ku me zehmetiyê nekişandibana. Dema ku ez li Mereşê bûm diçûm qursê. Li wê derê wisa Qur’an hînî min dikirin.”

Tatli di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew ji ber xwendina Qur’anê pir şad û bextewar e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Temena xwendina Qur’anê nîne. Ev demek zêde çêbû ku min dest bi Qur’anê kiriye. Carinan dema ku seydeya me tunebû min bi xwe dixwand.  Ev 4 mehl e ku ez têm qursa li vê derê.  Cihê me nêz e. Cihê me dûr bana jî dibû ku dîsa min zehmetiyê kişandibana. Lê dîsa ez têm.  Ez gelek zêde dixwazim xort Qur’anê hîn bibim. Ez ji wan re jî hînbûna Qur’ana tewsiye dikim. Xweda bike nesîbê wan jî. Dema ku ez zarok bûm derfeta min tunebû.  Piştî vê emrê xwe ez pê mijûl dibim.   Lê dîsa jî min vê emrê xwe de hîn bûm. Ez pir kêfxweş im.”(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir