12 kesên li ser navê PKKê xerec berhev dikirin hatin binçavkirin
Êlih wek navend di 5 bajaran de serdegirtinên li dijî PKKê hatiye lidarxistin. Di encama operasyonê de 12 kesên li ser navê PKKê xerec berhev dikirin hatine binçavkirin.
Di daxuyaniya ji teref Walîtiya Êlihê hat lidarxistin de hat destnîşankirin ku Êlih wek navend li Mêrdîn, Şernex, Wan, Agirî serdegirtinên li dijî PKKê hatiye lidarxistin. Di encama operasyonê de 12 kesên li ser navê PKKê xerec berhev dikirin hatine binçavkirin.
Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gelek telefon, qartên telefonê, komputurek, çekek niçîrê, 25 berikên heman çekê, 4 wêne, 2 tablet, û gelek dokumanên rêxistinê hatine bidestxistin. (ÎLKHA)