• DOLAR 32.314
  • EURO 35.074
  • ALTIN 2277.446
  • ...
SON DAKİKA
Diyarbekirî afîşên reqlamê yên mustehcen naxwazin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Diyarbekiriyên ku ji daliqandina afîşên wek reqlam ên mustehcen aciz bûn diyar kirin ku ev bajarê Pêxember û Sehabiyan e û wek bertek wan diyar kirin ku nayê qebûlkirin ev li bajarekî wiha ev bê exlaqî pêk were.

Di van rojên dawî de êrîşên bombeyî zêde bûne û gelek cinaze diçin bajarên cûr bi cûr. Di gel vê yekê qulubên şahîniyê afîşên mustehcen ên wek reqlam dialiqînin. Ji ber vê yekê Diyarbekiriyan bertek nîşan dan. Ji Diyarbekiriyan Ramazan Alman wek bertek wiha diyar kir: “Piraniya însanan bê berpirsyar hereket dikin. Ev hal û hereketên ku em dikin normal nîne. Em hev du hez nakin. Qonser didin qîzên biçûk. Reqlama vê yekê jî wek mustehcen didin.”

Ahmet T. diyar kir pêwîst e reqlam û afîşên ku ciwanan wek neyînî bandordar dike neyê daliqandin. Dûvre Ahmet T. wiha destnîşan kir: “Ez ji xwe naxwazim ku di derbarê vê yekê de biaxivim. Ev tiştên baş nîne.”

 “Em di bajarê xwe de tiştên wiha naxwazin”

Çerkez Genç diyar kir pêwîst e herkes berpirstariya xwe ya di derbarê vê yekê de bizane. Dûvre Genç wiha pê de çû: “Heke îro roj her tişt normal bûbûya, em xwedî li zarokên xwe derketina belkû dê çêtir bûbûya. Lê her tişt ji qayîdeyên xwe derketiye. Xweda berê me bide rêya qenciyê. Em di bajarê xwe de tiştên wiha naxwazin.”

Genç diyar kir ku di dînê me de tiştên wiha tune. Dûvre Genç wiha diyar kir: “Em Umeta Hz Muhammed (as) in. Lê em li dijî van bê exlaqan nasekinin. Em nikarin, em zeîf in. Em bi zehmet malbata xwe diparêzin.”

“Di civaka Mislimanan de reqlam û afîşên bê exlaq nayê qebûlkirin”

Ozan Oz bal kişand ku reqlam û afîşên ku civakan ji rê derdixe bi taybet ciwanan wek neyînî bandordar dike. Dûvre Oz wiha axivî: “Di civaka Mislimanan de reqlam û afîşên bê exlaq nayê qebûlkirin. Bi van reqlaman hewl didin ku nêrîna ciwanan biguherînin. Em reqlamên wek zanîn tên weşandin û wan kesan şermezar dikin.”

Abdullah Demîr jî wiha axivî: “Di nav civakê de afîşên wiha baş nîne. Zarok ji vir derbas dibin.” Ji welatiyan Alî Atli wiha destnîşan kir: “Afîşên wiha him bê exlaqî ye û him jî hawîrdor wek dîmên qirêj dike. Diyarbekir girîngtirîn bajarê Rojhilat û Rojhilata Başûr e. Di bajarekî wiha de hewl didin ku exlaqê ciwanan xera bikin.”

Reşat Erol wiha diyar kir: “Heke em dibêjin em Misliman in pêwîst e ku em van qebûl nekin. Tiştên wiha ciwanên me bandordar dikin. Rastî sûc ya me ye. Divê ku em qebûl nekin.”

Ahhmet Aslan jî destnîşan kir kur ev bê exlaqî bi şiklekî zanîn tên lidarxistin. Dûvre Arslan ragihand ku ev yek ne di dînê û ne jî di çanda herêm de tune.  (ÎLKHA)































Bu haberler de ilginizi çekebilir