• DOLAR 32.56
  • EURO 34.846
  • ALTIN 2432.082
  • ...
SON DAKİKA
Ji Tirkiye Ûris û Îranê biryara Sûrî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Karûbarên Derve yê Ûris Sergey Lavrov piştî civîna ku li Moskovayê Tirkiye Ûris û Îran hatin cemhev daxuyanî da. Lavrov destnîşan kir ku ji bo ku qrîza Sûrî were çareserkirin Tirkiye, Ûris û Îran danezanekî hevpar pejirandine.

Lavrov diyar kir ku di danezanê de hatiye destnîşankirin ku dê siwîlên li Heleba Rojhilat werin tehliyekirin û komên çekdar ji wir derkevin. Dûvre Lavrov wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez guman dikim ku dê di nav 2-3 rojan de dawî li tehliyeyan were. Ev yek da nîşandan ku formata 3yî bi randiman e.”

Wezîrê Karûbarên Derve yê Mevlutoglu Çavuşoglu jî piştî suîqasta li sefîrê Ûris a Tirkiyê hatibû kirin şermezar kir û dûvre wiha diyar kir: “Ev cara yekemîn e ku em bi vê şiklê hatine cemhev. Em li ser mijara tehliyekirina bi rêk û pêk û ya bê navber û xisûsên çareseriyê sekinîn. Ji Heleba Rojhilatê tehliyeya 37 hezar û 500 kesan çêbû. Ji ber hewldana Ûris em ji wan re teşekur dikin. Rêya çareseriyê bes ew e ku li Sûrî çareseriyek mayînde pêk were. Pêwîst e ku agirbest belavê her derê Sûrî bibe.”

Wezîrê Karûbarên Derve yê Cevad Zarîf di axavtina kir de diyar kir ku bi Tirkiye û Ûris re li Sûrî dest bi pêvajoyeke kirine. (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir