Li Kurdistana Îranê teqîn:4 mirî 10 birîndar
Hat ragihandin li Kurdistana Îranê teqîn li ber avahiya Hizba Demokrata Kurdistan pêk hat, di teqîna ku pêk hat de 4 kes jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li navçeya Erbîl Koya Kurdistana Rojhilat li ber avahiya Hizba Demokrata Kurdistan li pey hev du teqîn pêk hatin. Di teqîna ku pêk hatin de tevde 4 kes jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)