Ji Tirkiye, Îran û Rûsyayê qerara hevpar a Sûriyê
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov destnîşan kir danezana hevpar a ji bo çareseriya qeyrana Sûriyê ji teref Tirkiye, Îran û Rûsyayê ve hatiye qebûlkirin.
Wezîrên Karên Derve yên Tirkiye, Îran û Rûsyayê ji bo dahatûya Sûriyê biaxivin îro li Moskovayê hatin bal hev. Piştî civînê her sê wezîr daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê dan.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov destnîşan kir danezana hevpar a ji bo çareseriya qeyrana Sûriyê ji teref Tirkiye, Îran û Rûsyayê ve hatiye qebûlkirin. Lavrov her wiha diyar kir tehliye dê di nava du- sê rojan de xelas bibin.(ÎLKHA)