"Tiştên ku em a niha dibêjin ew ê di dahatûyê de bibêjin"
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu di bernameya ku ji ber minasebeta salvegera çaremin a damizrandina HUDA PARê hatibû tertîpkirin de axivî û di derbarê rojevê de nirxandinên balkêş kir.
Ji ber 4emîn salvegera damizrandina HUDA PARa ku di Kanûna 2012an de bi slogana ‘Siyaseta Dirûst, Edaleta Rast’ derketibû meydana siyasetê bi bernameya ku li Êlihê hat tertîpkirin hat pîrzokirin.
“Me uslubeke nû bi siyasetê da qezenckirin”
Yapicioglu di destpêka axavtina xwe de dîroka damizrandina HUDA PARê di bîran xist û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ji wê rojê vir ve dibezînin. Rewş ne baş bû lê me bi hêvî û baweriya guhartina tiştinan da rê. Dema ku em derketin rê me gotibû ku siyaseta dirûst û edaleta rast. Lewra dema ku em derketin rê me vî tiştî gotibû; pîvan û referansa me û tiştê ku em ê lê dîqet bikin Îslam e û li Tirkiyê cara ewil bi vî awayî û bi şikleke eşkere partiyeke ku gotin û hareketên xwe li gor vê tanzim dike û li gor vê yekê gavên xwe davêje derket . Me uslubeke nû bi siyasetê da qezenckirin.Bûyîna muxalefetê ji derdora xwe re sihêv kirin û ji hemû tiştî re îtîrazkirin nîne, me destnîşan kir ku muxalefet ne mecbûr e bi vî awayî bike.”
Me kesên ku xeletî kirin hişyar kir… Guhdar nekirin… Hê nû haya wan jê çêbû ku ew dikin ji sehneya siyasetê rabin
Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir HUDA PAR partiyeke ku rê nîşan dide, dibe hidayetê û berê xelkê dide rêya rast e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me li gor navê xwe hereket kir, me rê nîşan da. Me ji memleket, millet û ji siyasetê re rê nîşan da. Hinek kes qala vê rêyê kirin û tinazên xwe bi me kirin. Lê belê piştî wextekî divûdirêj derket holê ku em di gelek mijaran de heqdar in û ew kesên ku wê rojê me guhdar nekirin qebûl kirin ku em heqdar in, mecbûr man ku vê yekê qebûl bikin. Me wan kesên ku xeletî kirin îqaz kir. Me ji wan re got ger ku hûn di vê rêyê de bimeşin hûn ê yan têkevin çalê yan jî hûn ê li dîwar biqelibin. Guhdar nekirin, nexasim jî kesên li sehneya siyasetê. Çûn û meşên xwe domandin. Hinek kes weke di pêvajoya çareseriyê de li dîwar qelibîn û hinek jî di polîtîkayên Sûriyê de ketin tengasiyê. Hinek jî weke di siyaseta çalan de têketin wan çalên ku wan bi xwe kolabûn û di wan de binax bûn, întîxar kirin. Hinek jî hê nû fêm kirin ku ew dikin ji sehneya siyasetê rabin.”
“Niha qala pêvajoya çareseriyê nayê kirin û qal kirina wê jî qebahat tê dîtin”
Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir wan di pêvajoya çareseriyê de gelek hişyarî kirine û xala ku lê hatine heqdarbûna wan diyar dike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di pêvajoya çareseriyê de me ji hikûmeta ku pêvajo dimeşand re got ‘Ev rêya ku wê pê girtiye ne tu rê ye, ev rê dawiya wê girtiye, mêze kin hûn ê ku lê biqelibin, ew ê ev pêvajo bixetime.’ Niha qala pêvajoya çareseriyê nayê kirin û qal kirina wê jî qebahat tê dîtin. Mesela di wê pêvajoya çareseriyê de hinek kes ji ber ku pêşîya wan hatibû vekirin bêperwa hereket kirin. Binê memleket bi bombeyan dagirtin. Mahalleyan xistin depoya silehan. Me vê yekê dît û me got ku vê nekin. Me got ku ‘Hûn nikarin bi vê siyaseta çalan bigihijin derekê.’ Mêze bikin, em niha vê yekê nabêjin.Hemû kes zen dike ku ew siyaseta çal û barîkatan piştî hilbijartinên 7ê Hezîrana 2015an bi dawî bû. Di zihinan de têgihiştineke wisa heye. Lê di bûyerên 6-8ê Cotmehê de bi dîwarên ku li serê hinek taxan danîbûn taxan girtibûn. Piştî vê 3 mehan li Cizîrê nexasim li taxa Nûrê tevde li du taxan li derdorê çalan kolan û barîkatan danîn û xweseriyê îlan kirin. Li wê derê êrîşî birayên me kirin. Ger ku hûn bînin bîra xwe bi deh hezaran gule reşandibûn li ser malên birayên me yên ku malên wan nêzî 100, 200 metro dûrî Midûrtiya Ewlehiyê û Tabura Tankan bûn. Bi heman awayî li ser Qursa Qur’anê, mizgeft û komeleyê de…Li wê derê Apê me Andullah Denîzê 66 salî hat şehîdkirin.”
“Ew kesên ku nexwastin dengê me bibihîzin hatina darbeya 15ê Tîrmehê dîtin”
Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ‘Lê tu kes digel vê yekê ji bo xatirê pêvajoya çareseriyê qala çal, wehşet û cinayetan nekirin’ û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Hetta hinek kes ji hikûmetê, dema ku me ji wan re behsa wanan dikir bi şikleke nemerd îddîa dikirin ku em hewil didin ji vê rageşiyê menfeatê derxînin. Min wan kesên ku siyaseta çalan dişopandin di Yekê Sibata 2014an de hişyar kir. Min gotibû ku; ‘Hûn zendikin polês û esker nikarin bikevin wan taxên ku we lê çal kolabûn û barîkat danîbûn? Pêşiya we vedikin, ji xwe re bi eqil bin. Mêze kin, hûn ewladên vî milletî têdixin wan çalên ku we bi xwe kolaye. Pêşiya we vedikin da ku ev millet rûyê we ya wehşî bibîne. Piştî ku millet rûyê we dît re dê esker û polês bikevin van deran û hûn ê zarokên vî miletî telef bikin, vê yekê nekin. Lê heger hûn bi van hereketên xwe dixwazin bingeha teşebûsa darbê saz bikin û heger ku hûn dixwazin rewşa awarte were ev tiştekî cuda ye. An jî heger ku hûn dixwazin gav bi gav hareketên ku di ajandayên emperyalîstan de hatine nivîsîn bî cî bînin ev yek jî tiştekî cuda ye. Û me ji wan re got derkevin û bi eşkere bibêjin û dev ji xapandina vî milletî berdin.’ Ew kesên ku wê roja ku me van tiştan lê got kesên ku nexwastin dengê me bibîhîzin hatina darbeya 15ê Tîrmehê dîtin. Halbukî me vê yekê berî çend mehan anîbû zimên.”
“Me got ku birayên xwe yên Sûriyeyî neavêjin nava agir’
Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de qala meseleya Sûriyê kir û wiha pê de çû: “ Mêze kin me di meseleya Sûriyê de çendîn caran hişyarî da hikûmetê. Me çendîn caran destnîşan kir ‘polîtîkaya Sûriyê çewt e, Beşar Esed zalim e û rêjîma Baasê zilmê dike, ji vê zilmê rêya xelaskirinê ne serhildana çekdar e. Ey ummeta Îslamê birayên me yên Sûriyê û xelkê Sûriyê mezlûm e, Beşar zalim e. Pêwîst e ew mezlûm ji destê zaliman bên rizgarkirin, ev barê milên me hemûyan e. Dema ku we tenê ji bo Xwedê çek da wan însanan dê Beşar Esed ji bo wan qetil bike bihanekê bi dest bixe û ev yek dê di nezdê hinek sazîyên navneteweyî û li ba hinek dewletan ev qetlîam meşrû bên diyarkirin. Vê yekê nekin.’ Me got birayên xwe yên li wê derê navêjin agir.Me ji wan re got ku rêya we ya ku we pê girtiye çewt e. Em van yekan îro nabêjin. Me her wiha gotibû mêze kin di dawiya vê rêya ku hûn lê teqîb dikin de çal heye û hûn ê bikevin navê. Lê me guhdar nekirin û tinazên xwe bi me kirin û pişta xwe dan min û çûn û ketin wê çalê.”
Yapicioglu di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir dê ew ê her tim îttîhada Mislimanan bi parêzin û wiha destnîşan kir ji ber ku me biratiya xwe winda kiriye em ketin nava çalên agir û em dişewitin. Ger ku hûn dixwazin ji nava çalê derkevin divê hûn destên hev bigrin, çareyeke din a derketine nîne. Em ê êdî nekevin nava tefrîkayê û em ê bibin yek.(ÎLKHA)