• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Ciwanê mil û lingên xwe ji dest daye bendewarê alkariyê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rewşa Burhan Dogruyolê 25 salî û bavê 2 zarokan salek berê ceyranê wî girt û di encama vê yekê de ling û milên xwe ji dest da. Dogruyol hêvîdar e ku alîkarî lê were kirin.

Dogruyolê ku di Taxa Kişlaya Wêranşara Rihayê de dijî salek berê dema ku di înşeatê de dixebitiya ceyranê wê girt. Dogruyolê ku çendîn meh li Diyarbekirê di nexweşxanê de tedawî didît ji bo lingên xwe pere deyn kir û protez sitand. Dogruyol niha jî dixwaze ku ji bo destên wî jî protez were temînkirin.

Dogruyol di derbarê mijarê de wiha axivî: “Ez salek berê di înşaetê de dixebitîma. Hesinê kum in hewl da bikêşim qata 2 yemîn li têla ceyranê ket. Di encama qezayê de ez b şiklekî giran birîndar bûm. Min bi ambulansê sewqê nexweşxanekî li Diyarbekirê kirin. Di gel hemî midaxaleyên li nexweşxanê min dest û lingên xwe ji dest da. Ez 6 sal mam nav livînê. Dûvre bav, hevser û dostên min bi alîkariya rêvebiran ji bo lingên min 20 hezar TL dan û protez sitandin.”

Dogruyol diyar kir ku derfetên wî tune protez bistîne wiha axavtina xwe domand: “Ez aboriya xwe bi mizeya kêmtirîn a ku dewlet dide min temîn dikim. Ez dixwazim ji bo milên xwe protez bistînim. Ji ber ku pir baha ye ez nikarim bistînim. Heta ku alîkariya min nekin ez nikarim îhtiyaciya xwe biqedînim. Ez jî wekê herkesî dixwazim zarokên xwe bidim ber singê xwe.”

“Ez dê heta umrê min hebe li mêrê xwe binêrim”

Fîdan Dogruyol destnîşan kir ku ew ji xêrxwazan alîkarî dixwaze. Dûvre Dogruyol wiha pê de çû: “Pirsgirêk nîne. Ez dê heta umrê min hebe li mêrê xwe binêrim. Mêrê min ji ber ku di vê halê de ye xemgîn e. Mêrê min dibêje; ‘xwezî milê min hebûna, ez nikarim tiştekî bikim.’ bedena wî dixwirê lê nikare bixwe bixwirîne. Nikare bixwe av jî vexwe. Li cem zarokên xwe bikeve erdê nikare rabe.”

“Sûc û îhmalkariya DEDAŞê ye”

Kasim Dogruyol diyar kir ku sedema ji destdana dest û pêyên birayê wî îhmalkariya DEDAŞê ye. Dûvre Kasim Dogruyol wiha pê de çû: “Ez bi birayên xwe yê Burhan re dixebitîma. Di înşeata ku em dixebitîna de mesafeya têlên ceyranê û înşeatê metrekî bû. Sedema ji destdana dest û pêyên birayê min sûc û îhmalkariya DEDAŞê ye.” (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir