Qedexeya derketina derve ya li Diyarbekirê hat rakirin
Qedexeya derketina derve ya ku li 7 gundên girêdayê navçeyên Karaz, Licê û Hênê hatibû îlankirin hat rakirin.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Diyarbekirê ve hatiye dayîn de hat destnîşankirin qedexeya derketina derve ya ku di 18ê Kanûnê de ji ber operasyonên ku li dijî PKKê tên kirin hatibû îlankirin hat rakirin.(ÎLKHA)