Li Zurîhê êrîş li mizgeftê hat kirin: 3 birîndar
Li bajêra Zurîha Îsvîçreyê êrîşa çekdarî li mizgeftê hat kirin, di êrîşa çekdarî ya ku hat kirin de 3 Misliman birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin zilamekî çekdar ê ku cilên reş li xwe kiribûn êrîşî mizgefta exlebe penaberên Somaliyî lê bûn kir, di encama êrîşa çekdarî ya ku hat kirin de 3 Misliman birîndar bûn. Kesên ku birîndar bûn bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.
Li gor şahidên bûyerê kesê êrîşkar di temena 30 salî de bû û mêr bû.
Abukav Abshîrowê Somaliyî yê ku ji mudawîmê mizgeftê ye di derbarê mijarê de destnîşan kir di bûyerê de hevalekî wî jî di êrîşê de birîndar bûye û wiha pê de çû: “Em wextên gelekî xwe di camiyê de diborînin. Li mizgeftê hewaya biratî û dostîtîyê heye. Ji ber bûyerê ez xemgînim. Berî niha tiştekî wisa li vê derê neqewimî. Em di dawiyên heftiyê de digel zarokên xwe wexteke bi rama diborînin.”(ÎLKHA)