• DOLAR 32.57
  • EURO 34.911
  • ALTIN 2432.122
  • ...
"Em bi Putîn re hemraman in ku ev provoqasyon e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di derbarê suîqasta sefîrê Ûris de daxuyanî da. Erdogan di daxuyaniyê de diyar kir ku wî bi Putîn re di derbarê mijarê de hevdîtin kiriye û bi taybet ew di mijara tekoşîna bi teroran re ya navneteweyî de mutabiq in.

Erdogan wiha destnîşan kir: “Em dizanin ku di vê heyama ku têkiliyên Tirkiye-Ûris baş de armanc provoqasyon e. Lê bila bê zanîn ku Rêvebiriya Ûris û Komara Tirkiyê xwedî îrade ne û dê pêşe bi vê provoqasonê nekin. Êrîşa ku li sefîrê Ûris hatiye kirin ji ber ku Tirkiye û Ûris li Sûrî di derbarê têkiliyê de li pêş çûne ye.”

Erdogan diyar kir ku ji destpêka geşedanê pê ve vê geşedanê dişopoîne. Dûvre Erdogan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di nav vê pêvajoyê de li ser navê milet û welatê xwe serxweşî li Birêz Putînê Serokê Dewletê yê Federasyona Ûris didim.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir