• DOLAR 32.513
  • EURO 34.959
  • ALTIN 2434.734
  • ...
Nasnameya suîqastker eşkere bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Karûbarên Hindir Suleyman Soylu diyar kir ku kesê sefîrê Ûris Karlovê kuştiye di Midûrtiya Şaxa Çevîk Kuvvetê ya Enqerê de wezîfedar bûye û navê wî Mevlut Mert Altintaş e.

Soylu wiha pê de çû: “Altintaş di 24 Hezîranê sala 1994an de li Sokeya Aydinê hatiye dinê. Îqametgaha  wî Şehzadelera Manîsayê ye. Ji Lîseya Anadoluyê ya Cumhuriyetê ya Sokeyê mezûn bûye. Mezûnê Dibistana Bilind a Pîşesazê ya Polêsan a Ruştu Unsal a Îzmîrê ye. Hêj jî di Midûrtiya Şaxa Çevîk Kuvvetê ya Enqerê wezîfedar e û ev 2 sal û nîv e ku dest bi wezîfê kiriye.”

Soylu ragihand ku ew li ser êrîşkerê sekinîne û xebatê di derbarê vê mijarê de didome. Dûvre Soylu wiha destnîşan kir: “Ev êrîş û suîqast ev êrîşa çekî li têkiliyên Tirkiye-Ûris hatiye kirin. Ev provoqasyonek mezin e. Bi taybet di heyamekî wiha ya ku têkiliya Tirkiye-Ûris pir başe de ev yek hatiye lidarxistin. Ev êrîşekî xayînî ye.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir