Di sinorê de 4 telîs berik hat bidestxistin
Di sinora Kaniya Xezalana Rihayê û Sûrî de 5 hezar û 600 berikên keleşê yên ku tê diyarkirin aydê PKKê ye hat bidestxistin.
Di daxuyaniya ku ji teref Fermandariya Cendirmeyên Bajêr ên Rihayê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di encama xebatên îstîxbaratî de cebilxaneyên PKK/PYDê hatine bidestxistin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin di sinora Kaniya Xezalana Rihayê û Sûrî de wek 4 telîs 5 hezar û 600 berikên keleşê yên ku tê diyarkirin aydê PKKê ye hat bidestxistin. Her wiha hat diyarkirin ku berik jî Sûrî hatiye. (ÎLKHA)