• DOLAR 32.33
  • EURO 35.095
  • ALTIN 2294.662
  • ...
SON DAKİKA
 "Kesên li Beşîktaşê bombe teqandin li Qeyserî jî teqandin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Parlementerê Stenbolê yê AK Partiyê Metîn Metîner hat Mêrdînê. Metînerê ku li Mêrdînê beşdarê panelê bû di derheqê êrîşa li Qeyserî de axivî. Metîner bal kişand ku vê êrîşa bombeyî PKK lidar xistiye.

Metîner bal kişand ser êrîşa li Qeyserî û diyar kir ku kesên êrîşa li Beşîktaşa Stenbolê pêk anî û yên li Qeyserî pêk anîn heman kes in. Metîner di domahiya axavtina xwe de diyar kir ku ev geşedanî û êrîş sancîbûyina Tirkiyeya nû ye.

 “Di vê welatê de çavkaniya pirsgirêkan hişmendiya CHPê ye”

Metîner ragihand ku di vê welatê de çavkaniya pirsgirêkan CHP ye. Dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di vê welatê de çavkaniya hemî pirsgirêkan hişmendiya CHPê ye. Kesên ku pirsgirêka Kurdan derdixe, kesên ku di mijara têkiliya dîn-dewletê de li pey qadên pirsgirêkê ne endamên CHPê yên bijarte ne. Çawa dixwazin berê gel didin wê derê. Wan tu wextî gelê ku niha mewcûd e hez nekiriye.”

Metîner bal kişand ku PKK bi çekan zextê dide gelê Kurd û li ser navê Kurdan hereket dike û HDP jî CHPya Kurdan e. Dûvre Metîner wiha diyar kir: “Lewra dema CHP civakê birêve dibir digot; ‘ji bo gel digel gel’. Niha jî HDP dibêje; ‘ji bo Kurdan digel Kurdan.’

 “Li helebê drama însanetiyê diqewime”

Metîner di domahiya axavtina xwe de qala qetlîamên ku li Helebê kir. Metîner wiha dawî li xavtina xwe anî: “Esed dîktatorekî destxwîn e. Di nav qetlîamekî sîstematîk de doh bişev li dijî gelê xwe bombeyên fosforî bikar anîn. Tê zanîn ku Esed xwînrêj e. Lê digel vê yekê di vî welatê de kesên ku jê hez dikin hene. Kesên ku ji têketina artêşa zalim a li Helebê re kêfxweş dibin hene. Li helebê drama însanetiyê diqewime. Bi çi şiklê bibe dê rejîma Esed bikeve.” (ÎLKHA) 









Bu haberler de ilginizi çekebilir