• DOLAR 32.59
  • EURO 34.807
  • ALTIN 2498.927
  • ...
Ji IHO-EBRARê alîkariya li Arakaniyan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

IHO-EBRARa Saziya Alîkariya Navneteweyî wek xurek û erzaq alîkarî li Arakaniyanên ku dûçarê zûlma artêşa Myanmar û Budîstan bûbûn kir.

Wekê ku tê zanîn artêşa Myanmarê û çeteyên Budîst ev demeke dirêj e ku dûbare dest bi zext û êrîşên xwe kirine û Mislimanên li Myanmarê dane ber îşkenceyan. Artêş û çeteyên Budîst Mislimanên Myanmarê qetil dikin. Herî dawî di vîdyoyên ku hatibûn bidestxistin zarokên biçûk jî dabûn ceyran. Ji ber vê yekê Mislimanên Arakana Myanmarê yên ku mecbûr dimînin koç dikin ne xwarin û ne jî ava vexwarinê dikarin temîn bikin.

IHO-EBRARa ku wek Saziya Alîkariya Navneteweyî tê zanîn wek xurek û erzaq alîkarî li Arakaniyanên ku dûçarê zûlma artêşa Myanmar û Budîstan bûbûn kir.

Serokê IHO-EBRARê Dr. Abdurrahman Alpsoy di derbarê mijarê de daxuyanî da. Alpsoy wiha axivî: “Wekê her derê dinê li Arakanê jî qetlîam tên kirin. Zûlmên ku Arakanî dûçar dibin zêde ne. Ew diçin welatên hawîrdor û hewl didin ku li wir bijîn. Mal û warên wan ên ku dimînin tên xerakirin û şewitandin. Dinya jî dengê xwe ji vê zulmê re dernaxe.”

“Dê em ji bo Arakaniyan bi dehan bîr vekin”

Alpsoyê destnîşan kir ku di alîkariyên wan bidome wiha pê de çû: “Alîkariyên ku berê hatin berhevkirin me wek xûrek gihand wan. Lê dê alîkariyên me bidoêmin. Ji bo Arakaniyan ciyên ku ew disekinin projeyên me yên bîrvekirinê hene. Dê em di rojên beriya me de dest bi vekirina bîrê bikin.” (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir