• DOLAR 32.571
  • EURO 34.856
  • ALTIN 2432.737
  • ...
SON DAKİKA
Rewşa 7 malbatên di heman avahiyê de dijîn hinava mirov dişewitîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Rihayê 7 malbatên ku 17ê wê zarok bi tevahî ji 35 kesan pêk tê ji Sûrî hatine û li Eyyubiyeya Rihayê sitirîne hinava mirov dişewitîne.

Malbatên ku mihatcê alîkariyê ne diyar kirin ku ew hêvîdar in ku alîkarî li wan were kirin. Mallbatan diyar kirin ku ew di avahiyêkî 8 çavî de dijîn. Bes sobekî wan heye. Lê êzing û rejiye wan tune. Malbatan  rewşa xwe ji ÎLKHAyê re ragihandin.

Bedîa El Ehsana ku di encama bomberanê de xezûr û birayê xwe ji dest daye û dûvre ji Tel Abyada Sûrî 3 meh berê hatiye li Rihayê bicî bûye diyar kir piştî 13 rojên ku cem xizmê xwe maye dûvre hatiye di vê malê de maye.

Di vê hewayê sir û seqem de bes sobekî wan heye

Ehsen diyar ji roja ku hatine li wir heta îro bes mixtarê taxê alîkariya wan kiriye. Her wiha Ehsen diyar kir ku 5 zilamên di nav malê de jî îş ji xwe re nedîtine. Dûvre Ehsen wiha pê de çû: “Ev 3 meh e ku em hatine Rihayê. 17ê wê zarok bi tevahî em ji 35 kesan pêk tên. Dema ku em hatin vir bes mixtarê taxê alîkariya me kiriye. Di malbata me de bi tevahî 5 zilam hene. Ji sibê heta êvarê li pey kar in. Lê ji xwe re îş temîn nakin. Her wiha ji me ra alîkarî nayê kirin.”

Her wiha Ehsen diyar kir ku ew 900 TL kirê didin û di vê demsala hanê sar de di avahiya 8 odeyî de bes sobekî wan heye û ji bo şewat jî ne êzing ne jî rejî heye.

Ehsen wiha ragihand: “Ji 5 zilaman 2 yê wê piştî xebata wan a 15 roja 15-20 roj betal dimînin. Di bazaran de hemaltî dikin. Ji ber ku Tirkî nizanin îş nadin wan. Perê qezenc dikin tên berhev dikin. 2 zarokên me diçin dibistanên dewletê. 3 kes diçin navenda çandê. Ji 17 zarokan 3yê wê xwedî nasname ne.”

“Zarok bişev ji birçiyan digirîn dûvre radizên”

Ehsen wiha axivî: “Em ji rêvebirên Tirkiyê vê yekê dixwazin: “Pere tune ku em nan bistînin. Em diçin ji firinan dixwazin. Nêvî têr û nêvî birçî em radizên. Em ji bo sitirînê cî dixwazin. Em kirêya vê derê mehek didin mehekî nadin. Nivînên me tune ku em razên. Cil û bergên zarokên me tune. Însanên mezin îdare dikin lê zarok îdare nakin. Zarok bişev ji birçiyan digirîn dûvre radizên.”

Her wiha Seroka Eyyubiyeyê ya Platforma Ciwaniya Akîl Necla Tekmecî di derbarê rewşa malbatê de wiha axivî: “Ji min re peyam hat ku malbatekî wiha heye. Min jî îdare nekir ez bi hevalan re ketim têkiliyê. Gotin dê em alîkariya wan bikin. Em temenî dikin ku tu kes wek pêşderaz nêzî Sûryeyiyên li vir nebin. Li vir 7 malbat hene. Di naw wan de ciwanên ku naxebitin hene. Ev mihtacê her tiştê ne.” (ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir