• DOLAR 32.594
  • EURO 34.816
  • ALTIN 2422.328
  • ...
"Dê em bi ruhê seferberiyê wek biryar micadele bikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di derbarê teqîna li Qeyserî de daxuyanî da. Erdogan di daxuyaniyê de wiha diyar kir: “Li dijî rêxistinên teroran bi miletê xwe re di nav rûhê seferbertyiyê de bi israr micadeleya xwe bidomînin.”

Serokkomar Erdogan diyar kir ku bi vê yekê 79 milyon hemwelatiyên me ji xwe re kirine hedef. Dûvre Erdohan wiha pê de çû: “Tirkiyê dûçarê êrîşên hevpar ên teroran bûye. Bi taybet rêxistina terorê ya dabeşker hemî derfetên xwe ji bo vê yekê bikar tîne. Armanca eslî ya hedef û şekilê êrîşa terorên dabeşker ew e ku beriya Tirkiyê bibire, berê hêz û enerjiya wê bide ciyê derên din. Ev yek eşkere ye.”

Erdogan bal kişand ku têkiliya van êrîşan bi geşedanên li Sûrî û Iraqê û heta bi aboriyê re jî heye. Dûvre Serokkomar Erdogan wiha li pê de çû: “Dê em bi ruhê seferberiyê wek biryar micadele bikin. Roj roja şerê nîne, roja biratî û bihevrebûnê ye.” (ÎLKHA) 

Bu haberler de ilginizi çekebilir