• DOLAR 32.518
  • EURO 34.979
  • ALTIN 2424.55
  • ...
Di bombebarana li Helbê de him kerr bû û him jî lal
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ahmet Veliyê ku ji ber bombebarana li Helba Sûrî him kerr bû û him jî lal bûye li navçeya Qosera Mêdînê di malekî terikandî de bi malbata xwe re dijî û hêvîdar e ku alîkarî lê were kirin.

Ahmet Veliyê ku berê bi jina xwe ya Rken Îbrahîm (27), qîza wî Şem (3) û Abdurrahmanê 1,5 re li Entabê sitirî bû ji ber ciyê ku dixebitiya perê wî nedanê dûvre li navçeya Qosera Mêrdînê sitirî.

“Dema balafiran Helebê bombebaran dikirin ji ber dengê zêde zarên guhên mêrê min qetiya”

Hevser Ruken Îbrahîm diyar kir ku mêrê wê ji bombebarana Helebê Sûrî him kerr bûye û him jî lal. Îbrahîm destnîşan kir ji ber ku mêrê wê kerr û lal e tu kes îş nade wî. Îbrahîm piştî ku destnîşan kir wan bes kariye ku cil û bergên xwe bigirin û birevin wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mêrê min berê dibîhîsiya. Lê dema ku balafiran Helebê bombebaran dikirin ji ber dengê zêde zarên guhên mêrê min qetiyaye. Êdî ne dikare bibîhîse û ne jî biaxive.”

Îbrahîm diyar kir ku mêrê wê li Entabê 3 meh cem boyaxkeran xebitiye lê wan perê mêrê wê nedanê. Dûvre Îbrahîm wiha pê de çû: “Mêrê min dûvre di fabrîqayekî de xebitî. Li wir 4 meh xebitî. Li wir jî perê wê nedanê. Me çiqas pirsî gotin xwediyê karxanê îflas kiriye. Perê tu kesî nedaye. Ya we jî nade.”

Ruken Îbrahîm destnîşan kir ku ew çûne Qosera Mêrdînê. Dûvre Ruken Îbrahîm wiha axivî: “Ev meh û heftiyek e ku li vir in. Mêrê min li pey kar e. Lê heta niha karek nedîtiye. Diçe li ku ji ber ku kerr û lal e îş nadinê. Carinan xêrxwaz alîkariya me dikin. Lê ez li malê birçî bimînim jî naçim ji tu kesî tiştekî naxwazim. Bes em ji Xweda dixwazin. Xweda heye. Tu kesî me tüneye. En eşya, ne cil û berg û ne jî pere. Bes Xwedayê me heye.”

“Dema mêrê min karek bibîne dê em kirêya malê bidin”

Ruken Îbrahîm diyar kir ji ber ku ew wek sax ji bombebaranê xelas bûne ew hemd û şukir dike. Dûvre Ruken Îbrahîm wiha pê de çû: “Dema ku em hatin Qoserê lawê xwediyê avahiyê me li vir bicî kir. Ji me re got kirêya malê 250 ye. Kengî mêrê te xebitî kirêya xwe bidin. Tabî me hata niha kirê nedaye. Lewra mêrê min naxebite. Înşaellah dema mêrê min karek bibîne dê em kirêya malê bidin. Xweda jê razî bibe dewlet xwedî li me derket. Hemd ji xweda re em bi zarokên xwe ve ji bombebaranê xelas bûn. (ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir