• DOLAR 32.518
  • EURO 35.006
  • ALTIN 2432.922
  • ...
Li Qyseriyê êrîşa wesayîta bombebarkirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li ber Zanîngeha Erciyesa Qeyseriyê bi wesayîta bombebarkirî êrîş li otobusa ku di nav wan de leşkerên siwîl jî hebûn hat kirin. Hat ragihandin ku birîndar û mirî hene.

Bûyer di derdora saet 08.45an de li ber Zanîngeha Erciyesa Qeyseriyê wek wesayîta bombebarkirî di qada Bulwara Ataturkê de li ser Cadeya Talasê pêk hat.

Gor agahiyên hatine bidestxistin wesayîta gel a taybet ya bi numareya 180 leşkerên ku wek siwîl ji bo îznê ji Tugaya Komandoya 1emîn dibir nav bajêr ber Zanîngeha Ercîyesê ve ket rê. Gor idîayan wesayîta ku pleqeya wê 71 yek bû jî otobusê teqîb dikir. Dema otobus tê nêzî zanîngehê wesayîta bombebarkirî tê kêleka otobusê û xwe înfilaq dike.

Hat ragihandin ku di encama êrîşê de hinek kes mirîne û kesên birîndar jî rakirine nexweşxaneyên hawîrdor. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir