• DOLAR 32.383
  • EURO 35.112
  • ALTIN 2326.35
  • ...
Kevneşopa 80 salane  tê domandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kevneşopa 80 salane li Rihayê  nexasim ji bo kesên ku bi karê ticaretê mijûl dibin re dibe mînak. Dikandarên li Sûka Dîrokî ya Qonderefiroşan her rojên în û duşemê piştî ku dikanên xwe vedikin re bi şikleke girseyî dua dikin.

Berî ku kirina duayan dest pê bike tellalek li nava çarşiyê digere û dibêje ‘Haydê werin duayê, dua dest pê dike.’  Piştî vê bangê dikandarên çarşiyê  li hev dicivin û sefê digrin û dû re jî ji bo duayê destên xwe vedikin.

Esnaf di duaya ku dikin de  karên bi xêr û bereket temennî dikin û wiha dibêjin ‘Ya Rebbî tu roja me wergerîne xêrê û  qezencên bi bereket bikî nesîbê me, çarşiyê me û dikandarên me ji şerê şeytan û zaliman mihafeze bike, di karên me de hêsaniyê bike nesîbê me. Ya Rebbî!  Ji deynên me re eda, ji nexweşên me re şifa û ji kesên ku zarokên wan nînin re ewladên bi xêr bike nesîb. Ya Rebbî!  Tu dê, bav û  temamê naskirîyên me yên ku mirine efû bike. Li ser me heqê evdan nehêle.” Dû re jî vê duaya xwe bi Sûreya Faîtîhayê diqedînin.

Piştî duaya ku hat kirin re  dikandarê kalemêrê  Ehmed Hastaoglu ji dikandaran re miske belav dike û dikandar dest bi karên xwe dikin.  Elî Basmacayê ku diyar kir ew bi salan e ku vê kevneşopê didomînin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev kevneşop piştî demekê hat jibîrkirin, lê em ê  vê kevneşopê heta dawiya wê bidomînin û ew ê lê xwedî derkevin.”

Basmaca di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ev yek kevneşopa duayan a ku berî niha dikandarên me dikirin bû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Demekê ev yek hat terkkirin. Em vê kevneşopê ji sala 2010an vir ve didomînin. Her wiha ji bo dikandarên piştî me vê yekê bidin domandin jî em hewil didin. Armanca me li vê derê yekîtî û digelhevî ye.Em ji bo ji rihên dikandarên xwe yên ku wefat kirine vî karî dikin.  Ev kevneşop li gelek derên Anatoliyê tê îcrakirin.  Lê li hinek deran ev kevneşop tê terikandin. Tu kes li vê yekê xwedî dernaye.Di dema hilbijartinan de hinek partîyên siyasî tên, walî û serokên me yên şaredariyê jî tên, dema ku biyanî tên Rihayê û li rasta vê yekê tên beşdarî dibin.”

Bakir Ermîşê ku li sûkê dikandar e jî di derbarê mijarê de destnîşan kir ew jî beşdarî merasîma duayê dibe û bi wasitaya duatê hewaya manewî hakimî sûkê dibe. Ermîş dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez ji sala 1980an vir ve li vê derê dikandartiyê dikim. Me ji vê demê ve vê duayê dît. Di zaroktiya me de ji teref kalên me ve ev dua dihat kirin.  Demekê rabû, lê di sala 2010an de dîsa dest pê kir. Dua rojên în û duşemê tê kirin.  Di van rojan de tellal û sîmsarên me ji bo duayê dikandaran vedixwînin.  Dikandarên me li hev dicivin û dua dikin.  Piştî duayê her kes vedigere li serê karên xwe.  Duayê ku tê kirin elbet ji bo defkirina bela, qeza û zehmetîyan baş e.  Baweriya me jî xwe nû dike. Her tim atmosfera manewî li vê derê hakim e. Li vê derê gelek alim gihaştine.  Ev der navenda Rihayê ye.  Digel Adnan Menderes gelek siyasetmedar hatin vê derê.  Digel ku sûka me dîrokî be jî hatiye jibîrkirin. Nesla nû vê sûka me nas nake.”

Tellalê çarşiyê Muslum Cîra jî di derbarê mijarê de destnîşan kir ew ji bo duayê dikandarên sûkê digere û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez tellalê sûkê me. Rojên în û duşemê li vê derê dua tê kirin. Seydayê me ji me dixwaze ku em bangî dikandaran bikin.Em jî beriya duayê dikandaran digerin û em ji bo duatê diqêrînin. Ev yek ji wextê ku ez dizanim ve didomî.”(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir