"Ger çavên min bidin başkirin dê hêstirên çavên diya min jî bidin sekinandin"
Li Diyarbekirê xortê ku çavekî wî ji ber nexweşiya katarakê kor e û ya din jî ji ber nexweşiyê li ber korbûnê ye destnîşan kir ' Ger ku çavên min bidin başkirin dê hêstirên çavên diya min dê bidin sekinandin.'
Xortê bi navê Ugur Surmelî berî vê çendakî digel malbata xwe ji ber pevçûnan ji navçeya Sûra Diyarbekirê koçî Baglarê kir. Ji ber nexwşiya katarakê çavekî wî kor bû û ya din jî li ber korbûnê ye.
Surmelî di sala 2008an de ji ber nexweşiya xwe ameliyat bû, lê çavê wî ya rastê kor bû. Surmeliyê ku çavekî wî kor bû ji bo tedawiyê sewqî Zanîngeha Gazî ya Enqerê kirin. Lê belê ji ber derfetên madî Ugur neçû Enqerê.
Surmelî di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew naxweze çavê wî din jî kor bibe û wiha bang li rayedaran kir: “ Bila rayedar ji bo tedawiya çavên min alîkariyê bikin. Êdî naxwazim di milên hevalên xwe de birêve biçim. Ez dixwazim bi tena serê xwe bigerim. Ger ku çavên min bidin başkirin dê hêstirên çavên diya min jî dê bidin sekinandin. Ez mal, milk û pere naxwazim. Tenê dixwazim çavên min baş bibin. Ez xort im û 19 salî me. Ger ku qedera min be ez ê sebir bikim, lê ger çareyek hebe bila ji min re bibin alîkarî.
“Dema lawê min ji min re dibêje ‘ez te nabînim’ dinya li min xera dibe”
Dê Gullu Surmeliya ku qîzeke wê jî bi nexweşiya sarayê ye destîşan kir halê lawê wê, wê pir xemgîn dike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ez bang li rayedarên hikûmet û dewletê dikim. Lawê min ciwan e, divê tedawî bibe. Ez îro dikevim milên wî, lê ger sibe ez tunebim ew ê çawa bike. Carekê ji mal derketibûn, li min geriya û ji min re got ‘Dayê ez rêya malê nabînim, were min bibe.’ Piştî vê gotina wî malik li min xera bû. Çavekî wî kor bû, bila çavê din jî kor nebe. Gotin ger ameliyat bibe dibe ku çavê wî din jî kor bibe. Lê ger doxtorê baş hebin dikare bi şikleke rihet li Stenbol an jî li Enqerê tedawî bibe. Dema ku lawê min ji min re dibêje ‘Dayê ez te nabînim’ dinya li min xera dibe.”(ÎLKHA)