• DOLAR 32.594
  • EURO 34.818
  • ALTIN 2513.952
  • ...
 "Betalkirina doza Mavî Marmarayê dilê me pir êşand"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bîlgen di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew ê bibin taqîbkerên dozê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Betalkirina dozê tê maneya bi dayîna pereyan kuştina hemwelatiyên Tirkiyê. Ev yek jî ji teref me ve nayê qebûlkirin.  Divê kesên ku zilmê dikin cezaya ku heq dikin bixwin. Bûyerê daxistin asta tazmînatê ku ev yek ne ya qabûlkirinê ye. Jixwe derdê me ne tazmînat e û me vê yekê her tim bi raya giştî re  parve dikir.”

Bîlgen di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir wan daxwaz dikir ku dorpêça li ser Fîlîstînê bê rakirin û ew karibin bi hêsanî û rasterast ji birayên xwe re alîkarî bikin. Bîlgen dû re di derbarê doza ku hat dîtin de wiha nirxandinan kir: “ Weke ku tê zanîn me ji bo heqê xwe rê girt.  Him li Tirkiyê û him jî li mahkemeyên navneteweyî doz hatin vekirin. Di hinek van dozan de ji Îsraîlê re ceza hat dayîn. Dozên li Tirkiyê jî di destpêkê de erênî birêve diçûn. Qerarên girtinê hatin dayîn. Lê em nizanim ji ber çi sedemê bû ev qerar nehatin tetbîqkirin. Dû re jî li gor metna lihevkirinê doz hat betalkirin.”

Bîlgen di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir betalkirina vê dozê wan pir êşandiye û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ez dixwazim vê yekê jî diyar bikim; ev doz  ne girêdayê mehkemeyên me ye. Dil dixwast ku mehkeme li gor dilê me qerarê dabana. Mixabin nedan.  Em ê digel xelkê ji bo birêvebirina vê dozê çi ji destên me bê bikin.”(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir