• DOLAR 32.603
  • EURO 34.881
  • ALTIN 2496.13
  • ...
Konvoya alîkariyê ya bi navê "Ji Helebê re Rê Vekin" derket rê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di bergeha qampanyaya “Ji Helebê re Rê Vekin” ji çar terefên Tirkiyê konvoyên alîkariyê piştî daxuyaniya li Qada Kazliçeşmeyê hat dayîn ket rê.

Alîkarên ku di Qada Kazliçeşmeya Stenbolê ji bo Helebê hatibûn berhevkirin piştî daxuyaniya nivîskî wek konvoy ket rê. Serokê Giştî yê ÎHHyê Bulent Yildirim û Serokê Bajarê Stenbolê Erdal Elîbuyuk axavtin kirin.

Erdal Elîbuyuk di axavtina xwe de diyar kir ku pêwîst e Umet ji vê zileta ku tê de ye demildest xelas bibe. Bulent Yildirim jî diyar kir pêwîst e ku qetlîamên li Helebê demildest were rawestandin û korîdorekî alîkariyê were vekirin.

“Pêwîst e ku Misliman ji dest û zimanên hev ewle bibin”

Elîbuyuk wiha diyar kir: “Di serî de ÎHH em silav li hemî sazî û avahiyên ku cem mezlûman in dikin. Birayên bi qîmet. Em di heyamekî dijwar de ne. Umet di nav fitnê de ye. Pêwîst e ku demildest ji vê fitnê rabe. Divê demildest Misliman ji dest û zimanên hev ewle bibin. 6 sal berê dema ku Amerîka Iraqê îstîla kir xuşkên me yên di Girtîgeha Ebû Gureybê de ji Mislimanan alîkarî xwestibûn ku bên xelaskirin. Îro zêde dûr nîne. Li kêleka me li Helebê ev qêrînê û zarîn tên.”

“Ji ber ku em pirsgirêkên xwe hewalê Xerbê dikin em vê êş û janê dikêşin”

Elîbuyuk diyar kir ku helwesta DYE û Ûrisê ya li Sûrî ji bo Mislimanan zilet e. Dûvre Elîbuyuk wiha pê de çû: “Em di serî de beyan dikir ku pêwîst e Misliman pirsgirêkên xwe di nabeyna xwe de çareser bikin. Lê mixabin sedema rewşa hahê ya ku em tê de ne ew e ku em pirsgirêkên di nabeyna xwe de hewalê Xerbê dikin û alîkarî ji wan dixwazin. Lê mêze bikin Heleb tê bombebarankirin. Sûrî tê bombebarankirin. Misliman hev dû qetil dikin. Lê wezîrên karûbarên derve yên DYE û Ûris li sernavê Mislimanan agirbest Îlan dikin. Ev rewşekî kovandar û elîm e. Divê demildest em ji vê zîletê xelas bibin.”

“Bila gel beşdarê vê konvoyê bibe”

Serokê ÎHHyê Bulent Yildirim diyar kir çendîn roj e ku li Helebê zarok tên qetilkirin lê dinya bes li vê yekê mêze dike. Dûvre Yildirim wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em hêvîdar in ku heta êvarê em xeberek baş bibîhîsin. Lê ji bo ku Yirkiye jî li ser masê bibe gel derkevin kolanan. Bila gel beşdarê vê konvoyê bibe.”

Dûvre Yildirim wiha pê de çû: “Ji bo ku demildest alîkariya însanên siwîl were kirin û yên li wir derkevin korîdora alîkariya însanî were vekirin. Peymana Cenevreyê, hiqûqa navneteweyî… Hûn êdî kêrê tu tiştekî nayên. We vê yekê di konvoya Xezê de ji dest da.”

Her wiha Yildirim di derbarê alîkariya konvoyê ya ku dê bikeve rê de jî axivî. Yildirim diyar kir ku dê ew nêzî 350 TIR melzemên alîkariyê bişînin Helebê. (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir