• DOLAR 32.314
  • EURO 35.064
  • ALTIN 2279.904
  • ...
Di civakên Îslamê de doh û îroya mewlûdê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di temamê dîrokê de ji ber salvegera Hz. Muhammed (s.x.l)  di civakên Îslamê de cûrebecûr bername û pîrozbahî tên tertîpkirin.  Hz. Muhammed di 12ê Rebîullevvelê li Mekkê digel mucîzeyan hat dinyayê. Gelek şair û alimên Îslamê berhemên ku tê de pesn û medha Wî tê dayîn nivîsandin ku ji van re Mewlûda Şerîf tê gotin.

Me di derbarê dîroka Mewlûda Şerîfa ku ev bi qernan e ku tê nivîsîn de bi Mustafa Turanê  nivîskarê mewlûda bi navê Rêberê Xelasiyê Hz. Muhammed  re axivî.

Temamê hevpeyvîna ku Ajansa Nûçeyan a Îlkê (ÎLKHA) bi Mamoste Mustafa Turanî re kiriye:

Em dizanin dema ku pêxemberê me Hz. Muhammed hat dinyayê  Abdulmuttalîbê ku kalikê Wî ye ji bo şerefa welidîna neviyê xwe di serî de ji feqîran re û bi giştî jî ji temamê xelkê Mekkê re xwarin belav kir. Gelo di piştî salên ku Abdulmuttalîb mir re di salvegara ji dayikbûna Hz. Muhammedî de dîsa îkramên bi vî awayî hatine kirin?

Tê zanîn ku li Mekkê zarokên lawik bi qedr û qiymet in, ji ber vê yekê Abdulmuttalîb ji ber welidîna neviyê xwe pir kêfxweş bûye.  Him ji ber ku êtîm bû û him jî ji ber ku kur bû bi vê  wesîlê di 7emîn roja jidayikbûna neviyê xwe de ziyafetek da. Bi vî awayî rojbûna wî hatiye pîrozkirin. Lê dû re hatiye pîrozkirin an na em niznanin, lewra di vî warî de di destên me de tu malumat nînin.

Başe, gelo ma rojbûna pêxemberê me beriya rîsaletê di nav malbat û naskirîyên wî de hatiye pîrozkirin?

Li Mekkê adeteke wiha tunebû. Ji ber vê yekê beriya rîsaletê pîrozbahiyên wisa li Mekkê tunebûn.

Gelo piştî nubuvvetê  heta ku  pêxemberê me sax bû  ji bo îro yan jî ji bo vê şeva rojbûnê  pîrozbahiyeke taybet hatiye kirin an jî xwarinek  hatiye dayîn?

Pêxemberê me di 23 salên emrê xwe yê dawî de  tu carî rojbûna xwe pîroz nekiriye. Lê ji bo roja dayikbûna xwe ji hêla şikrê ve girîngî dayê. Dema ku Hz. Omer jê pirs dike ka tu çima rojên duşemê rojî digre, pêxemberê me jê re gotiye  ew vê rojê hatiye dinyayê, di vê rojê de jê re wahîy nazil bûye û ew jî ji ber vê yekê şikir dike. Bi vî awayî girîngî û ehemmiyet daye vê roja ku  ew lê hatiye dinyayê. Lê belê ne xwarin daye ne jî pîrozbahî kiriye. Pêxemberê me zêdetir Qur’an û teblîxê derdixist pêş. Elbet ji xwe ev jî rûmet û girîng e. Sahabe vê terbiyê jê girtibûn. Dema ku pê re diştexilîn pir bi edeb û bi hurmet bûn. Bi lefza ‘Diya min, bavê min ji te re feda bibin ya Resûlullah.’  Ango di nav sehebiyan de pîroznekirina ji dayikbûna Wî, Wî wek însanekî ji rêzê nîşan nade.

Dema ku pêxemberê me sax bû sehabe ji wî re şiir dixwandin, ger dixwandin pêxemberê me ji vê yekê re tiştekî digot?

Şiir di nav Ereban de di rewacê de bû, qelema Ereban ne bi qewet bû lê belê wêje û helbestên wan pir bi qewet bûn û ew pir ehemiyetê didan helbestan. Ji xwe ev hêla Qur’anê li pêş bû.  Ên ku ji ilma gotinê fêm bikin dizanin ku    di vî warî de Qur’an di vê mijarê de bêemsal e.  Tu gotin û helbest  bi Qur’anê re nikare bikeve musabeqê.  Elbet  qedr û qiymetên şairan jî hebû. Îslamiyet bi şairan re mucadele nekiriye  û wanan terbiye kiriye. Ji ber vê yekê di nav sahabîyan de jî şair hebûn. Kesên ku ji bo pêxemberê me  helbest  û naat dinivîsandin û jê re dixwand jî hebûn.  Ji van helbestvanan ê herî navdar Kab bîn  Zuheyr e. Ev şexs  şairê Qasîdeya Burdeya navdar e. Kab berî ku bibe Misliman di aleyha pêxemberê me de şiir nivîsandibû û bûbû sebeb ku misliman jê biqeherin.  Birayê wî, yê bi navê Buceyr misliman bûbû. Piştî demekê ev helbest pêxemberê me jî aciz kirin. Pêxemberê me fermana qetilkirina Kab dabû,  ev xeber ji teref Buceyr ve jê re tê gotin û jê re dibêje divê tu êdî bibe misliman naxwe nikare ji destên mislimanan xelas bibe. Ji ber vê yekê Kab bîn Zuheyr diçe ba pêxemberê me û xwe pê nade naskirin û jê pirs dike ger ku Kab tobe bike û were ba te tu dê wî afû bikî?  Pêxemberê me jê re dibêje ku ew ê wî efû bike. Kab hema li wê derê şehadeta xwe tîne û dibe misliman.  Kab dû re şiira xwe ya ku di derheqê pêxember de nivîsandibû dixwîne ku ev yek jî li xweşa pêxemberê me diçe û hirkaya xwe davêje stûyê wî û jê re wek xelatiyê dide. Ev hirka hêj li Qesra Topkapiyê ye.  Pêxember, medh û pesna kesên bi navê Hasan bîn Sabît, Abdullah bîn Revaha  daye û ji wan re gotiye ku gotinên we ji tîran tûjtir in û bi vî awayî wan teşwîqî şairtiyê kiriye.

Mamoste di  33emîn ayeta Sûreta Meryemê de ji roja dayikbûna Hz. Îsa re silav tê dayîn(Roja ku ez ê werim dinyayê, roja ku ez ê bimrim û roja ku ez ê bivejim silav û emniyet li ser min e.) Gelo di Qur’ana Kerîm de ji bo rojbûna Hz. Muhammed jî îşaret hene?

Hz. Îsa ji wan pêxemberên ulu’l azm pêxemberek bû. Elbet roja ku ji dayîk bûye ji bo wî bi qedr û qiymet e. Lewra Allah wî tîne alemê û wî dixe nava evdên xwe yên bijartî. Dema ku di dergûşê de ye wî dide şitexalandin û wî dike Resûl. Yanî nimetên Xweda yên li ser wî gelek ebedî ne. Ew jî ji bo vê yekê şikr dike û silavê dide. Em dizanin ku pêxemberê me jî  hebîbê Xweda ye. Ji ber vê yekê em dizanin  ku roja ku tê de hebîbê Xwedê hatiye dinyayê ne rojekê ji rêzê ye. Misliman bi vê baweriyê  qendîla mewlûdê pîroz dikin. Encax di derbarê vê yekê de ayet nînin.

Li gor çavkaniyên siyerê di şeva welidîna Hz. Muhammed de gelek bûyerên harîkulade qewimîne. Hûn dikarin bi kurtasî qala van bûyeran bikin? 

Elbet wê şevê însanekî ji rêzê nayê dinyayê. Wê şevê Hebîbê Xwedayê ku sahibê kaînatê ye tê dinyayê. Ji ber vê yekê jî temamê kâinatê di nava kêfxweşî û şadiyê de ye û ji xwe divê mucizenin ji însanan re bên nîşandan.  Rebbê me jî bûyerên mucîzevî dixuliqîne.  Mesela însan dibînin stêrka Ehmed hil tê, dû re putên li Qabê diqulibin ku ev yek peyama dawîhatina putperestiyê bû. Dîsa tê diyarkirin navika pêxemberê di dema welidînê de qutkirîbû û bi şiklekek sunnetkirî hatiye dinayayê. Her wiha li welatên Bîzans û Sasanî jî bûyerên ecêbmayî qewimîne. 14 sutûnên Sasaniyan qulibîne, gola Saveya ku pîroz dihat hesibandin zûwa bûye, agirê Mecûsiyan a ku hezar salî pê diket tefiyaye. Rebbê me bi vî yekê  ji însanetîyê re peyamekê daye.

Piştî wefata pêxemberê me di dewra Xelîfeyên Raşîd de gelo qendîla mewlûdê hatiye pîrozkirin?  Bernameyên çawa hatine tertîpkirin, pîrozbahiyên çi cûr hatine kirin, ji vê yekê re gelo mînakên ku tên zanîn hene?

Di heyamên piştî wefata pêxemberê  me de  qendîla mewlûdê  bi merasîmekê nayê pîrozkirin. Ango pîrozbahiyeke taybet nîne. Lê divê ji vê yekê neyê fêmkirin ku qedr û qiymet nedane  pêxemberê me. Lewra weke ku hûn dizanin di dewra Hz. Omerî de  sazîmanîbûn û dewletbûn çêbûye. Hz. Omer wê demê roja dayikbûna pêxemberê me li mekteban dike tatîl. Bi vî awayî ehemmiyet dide wê rojê û wê rojê dikin tatîla fermî. Hetta sahabiyên ku xwestine ev roj bibe destpêka salnamê jî hene. Lê belê weke ku em pîroz dikin pîrozbahiyek nehatiye kirin.

Rojbûna Hz. Muhammed piştî sahabîyan di nav tabîîn, etbauttabîîn de û her wiha di nava ummetê de bi çi awayî û di kîjan dîrokê ve hat pîrozkirin?

Di vê mijarê de tu agahiyên eseh tuneye. Ev yek mewzûyeke bi ixtilaf e. Lê em di rîwayetan de dibînin piştî ku 300 sal ji ser wefata pêxemberê me derbas dibe re  qendîlên mewlûdan tên pîrozkirin. Nexasim ev yek di heyama Fatimiyan de bû xwediyê huviyeteke fermî. Di qerna dehemîn de di qesran de pîrozbahî  hatine kirin. Lê belê bi şikleke girseyî  di nava xelkê de  ji teref Muzaferuddîn Gokburuyê Atabegê Erbîla Eyyubiyan de tê kirin. Muzaferuddîn Gokboru ehemiyeteke zêde dida Mewlûdê.  Bi hezaran însan li kolanan kom dibûn, bi hezaran qurban dihatin serjêkirin û ziyafetên mezin dihatin dayîn. Mewlûd wisa dihatin pîrozkirin û girîngîya pêxemberê me ji însanan re dihat gotin. Destekeke mezin didin alim, feqî û xwendevanan.Di warê madî de qiymeteke mezin ji însanan re dihat dayîn.  Tê diyarkirin Gokburu hezar dînar daye Îbnî Dihyeyê ku  ji bo pêxemberê me mewlûd nivîsandiye. Ew mewlûda ku wê rojê li Hewlêrê  bi şiklekek girseyî hat pîrozkirin   îro di nava mislimanan de belav bû. Îro ji bilî Erebîstana Siûd li temamê welatên Îslamê wîladeta pîroz  bi kelecaneke mezin tê pîrozkirin.

Gelek mewlûdên ku bi erebî, kurdî û tirkî  hatine nivîsandin gihaştine roja me. Ev mewlûd kêngî û ji teref kî ve hatine nivîsandin?  Gelo çîrokeke taybet a nivîsandina van mewlûdan heye?

Di derheqê pêxemberê me de gelek mewlûd hatine nivîsandin. Ji van mewlûd exlebe ji teref Ereban ve hatine nivîsandin û wergera wan bi zimanên din hatiye kirin.  Li Tirkiyê mewlûda herî navdar a Suleyman Çelebî ye. Ev mewlûda bi navê Vesîlet’ul Necat di qerna 15emîn de hatiye nivîsandin. Çîrokeke wê ya nivîsandinê heye.  Suleyman Çelebî dema ku li Bûrsayê  melatî dikir waîzek ji xelkê re gotiye ku pêxemberê me jî wek wan pêxemberên din e.  Ew waîz wê ayeta ‘ew tu ferqê naxin naveyna pêxemberan’ bi şikleke şaş îzah dike û dibêje pêxemberê me jî wek pêxemberên din pêxemberekî ji rêzê ye. Elbet Sileyman Çelebî  dibêje ku ev ayet şaş tê tefsîrkirin û li ber vê yekê radibe û dibêje ku pêxemberê me li gor pêxemberên din bi fazîlettir e.  Elbet Xweda di Qur’anê de  ji pêxemberên ku ulu’l azm in behs dike. Dû re jî dest bi mewlûda bi navê Vesîlet’ul Necat dike. Ev mewlûd di qerna şazdemîn de  di heyama Muradê 3yemîn de dikeve protokola fermî  û êdî li qesrê qendîla mewlûdê tê pîrozkirin.  Di nav kurdan de jî mewlûd hatine nivîsandin. Mewlûda ewil ji teref Mela Huseynê Ertuşiyê ku bi navê Melayê Bateyî tê naskirin ve hatiye nivîsandin. Di warê nivîsandina dîroka vê Mewlûdê de îxtîlaf heye. Hinek kes dibêjin di qerna 15emîn de hatiye nivîsandin, lê belê  li gor encamên lêkolînên dawî yên ku hatine kirin  tê diyarkirin ev mewlûd di qerna 18emîn de hatiye nivîsandin.  Lê li biya min li gor uslub û ziman ev berhem di qerna 15emîn de hatiye nivîsandin.

Ew qendîla mewlûdê ya ku di nava ummeta îslamê de hatiye qebûlkirin  û her sal li gor salnameya qameriya hicrî  tê pîrozkirin  gelo li erdnigariya ummetê çawa tê îhyakirin? Pêvajoya dîrokî ya vê yekê çawa gihaştiye heta roja me?

Di heyamên dawî yên Osmaniyan de di salên 1910an de jidayikbûna pêxemberê me wek tatîla fermî tê îlankirin. Dû re di heyama Komarê de ev tatîl tê rakirin. Rojbûna pêxemberê me wek eydekê hatiye fêmkirin. Di wextên dû re jî  bi teşebûsên Weqfa Diyanetê ya Tirkiyê û Serokatiya Karên Diyanetê  rojbûna pêxemberê me hatiye pîrozkirin. Ji sala 1994an vir ve dîrokên 14-20ê Nîsanê  wek Hefteya Rojbûna Pîroz hatiye îlankirin   û her sala qala taybetiyeke cuda ya pêxemberê me hatiye kirin û civakê re hatiye îzahkirin. Elbet misliman  qîma xwe bi van bernameyên fermî neanîne. Nexasim xelkê me gelek ehemmiyet daye. Ji bo Mewlûdê bixwînin wesîleyê geriyane. Ev yek tenê bi rojbûna pêxemberê me bi sînor nebûye.  Dema ku xebereke bi xêr standine, ji musîbetekê xilas bûne, erebeyek an jî xaniyek kirîn gazî xelkê kirine  û mewlûda şerîf xwendinê û ji wan re îkraman kirine.  Bi vî awayî ew hezkirina pêxember derdikeve holê.  Min vê yekê ji biçûkayi xwe ve dîtiye. Bavê min Eliyê Ezdarî  mela bû. Li ber xwendina Mewlûdê re nedigihaşt. Kekên min yên ku bi Mewlûdê dizanin ji bo alîkariyê mal mal digeriyan û mewlûd dixwendin.  Yanî li her cihê ku îmkan lê hebû  mewlûd dihat xwendin.Di roja me de jî mewlûd bi şikleke girseyî tê pîrozkirin. Dibe ku pîrozbahî, pîrozbahiyên li Hewlêrê(Heyama Eyyubiyan) di bîrên me tîne.  Nexasim ji sala 2006an vir ve em dibînin ku muhabbeta pêxember êdî xwe berdaye kolan û qadan. Ez bi xwe jî beşdarî gelek pîrozbahiyan bûm. Min li wê derê dît ku ji biçûkan bigre heta mezinan di van bernameyan de bi seatan  bi sebr û qerar disekînin.  Bi rastî jî ev yek ji bo Mislimanan wesîleya xêrê ye. Pêwîst e muheqqeq ev bername bên domandin.  Her çi qas hinek însan vê yekê wek bîdatê bibînin jî  bi ya min ew şaş difikirin. Ev qenaat bi Ustad Bedîuzzeman re jî heye. Ustad di Mektubata xwe de qala vê yekê dike û destnîşan dike mîraciye û  mewlûd girîng in. Hetta dibêje Xweda ji Suleyman Çelebî razî be û wî bixe cenneta xwe.  Zatekî mezin mîna Ustad ger ku di vî warî de nêrîneke wisa anî be ji me re hurmet par.

Weke ku tê zanîn mewlûda pêxember him li gor taqwîma hîcrî qamerî him jî  li gor  teqwîma mîladî şemsî tê pîrozkirin. Encax ev 10 salên dawî  ev bernameyên pîrozbahiyê  mezintir bûn û bi beşdarbûna bi sedhezaran cûrbecûr bername hatin lidarxistin. Hûn vê pêvajoyê çawa dinirxînin?

Di rastiyê de mewlûd ji bo pêxemberê me di rojevê de bê girtin wesîleyek e. Berî niha tenê  li gor teqwîma hicrî di 12ê Rebîulevvelê de mewlûd dihat pîrozkirin, lê belê a niha ev zêdetir bûye û a niha li gor teqwîma mîladî jî tê pîrozkirin.Ev bername çi qas bên zêdekirin dê pêxember jî ew qas bê naskirin. Hetta divê ne tenê di van rojan de her wiha di rojên din de jî hebin. Divê di her mal, kar û kolanê de qala pêxember bê kirin. Lewra ew rêhberekî ku ji teref Xweda ve ji bo me hatiye bijartine.  Ew Qur’ana ku birêve diçiye. Ew tefsîra Qur’anê ye.  Divê qala pêxember bê kirin û ji derdorê re bê gotin da ku bê fêmkirin û îslam bê jiyan.  Sedema pirsgirêkên ku îro em dijîn  fêmnekirina Îslamê û bi heqê wê nasnekirina Hz. Muhammed e. Ger ku Îslam bi heqê wê bê naskirin û bi heqê wê Hz. Muhammed bê xwendin dê xortên me bi exlaqeke xweşiktir bigihijin. Elbet pêwîst e ji van bernameyan teşwîq bên kirin û lazim em xortên xwe jî bibin wan bernameyan…

Ew  heqareta ku li Danîmarkayê li Hz. Muhammed hat kirin  di warê xwedîderketina pêxember a ummetê bû xala werçerxê?

Ew êrîşên ku ji teref neyarên Xweda û kafiran ve li pêxemberê me tên kirin ne nû ne.Hêj ji wextên berê ve ji teref kafiran ve êrîş lê dihatin kirin.  Di wextê mişrîkan de çapemenî tunebû û vê yekê bi rêya şiiran dikirin.  Hewil didin êş û eziyetê bidin pêxemberê me. Îro jî medya û çapemenî heye… Bi rêya çapmeniyê û karîkatur û sînameyê heqaretan dikin.  Dibe ku ew peywirê xwe bi cî tînin. Lê belê Misliman jî li dijî van tiştan bêdeng neman. Xweda li hebîbê Xwedê derketin. Di sala 2006an de bi hezaran însan li herema me derketin kolanan  û  ew kesê ku karîkatur xêz kiribû û Danîmarkayê şermezar kirin.  Dibe ku ji şer xêr derketibe holê û pîrozbahiyên Mewlûdê xwe berdan kolanan. Lewra ev hezkirin êdî jê re salon têrî nedikirin. Bernameya ewil a vê derketina qadan bi beşdarbûna bi sedhezaran kesî li Qada Îstasyona Diyarbekirê  hat tertîpkirin û hezkirina pêxemberî ji temamê dinyayê re hat nîşandan.  Kafir çi qas êrîş kirin, misliman jî ew qas li pêxemberê me xwedî derketin. Bi wesîleya mewlûda ku min nivîsandibû gazî min kirin û ez jî di sala 2006an de beşdarî bernamê bûm û  min li wê derê  mewlûdê xwend. Bi vî awayî ez bûm xwediyê wê şerefê.

Di nav kurdan de jixwe du mewlûd hebûn, hûn wek Mustafa Turan  ji ber çi pêdiviyê mewlûdeke din nivîsand? Di amadekirina vê Mewlûdê de ji bo we çi wesîle ku we dest bi nivîsîna wê kir? Hûn dikarin qala pêvajoya nivîsandina vê Mewlûdê bikin?

Di nav kurdan de mewlûda herî navdar a Bateyî bû.  Ev mewlûd bi dil û can dihat xwendin. Em jî cara ewil ji wê mewlûdê hîn bûn.  Di nav kurdan de teleba çawa ku Qur’anê xelas dikirin derbasî mewlûdê dibûn. Lê piştî ku wexteke zêde ji serê derbas bû re ziman tê guhartin.  Di navbera zimanê ku Bateyî bi kar aniye û zimanê ku a niha tê bikaranîn de ferq heye. Piştî wî jî alim û helbestvanên Îslamê gelek mewlûd nivîsandin.  Wan demên ewil hewil dane zimanê mewlûda  Bateyî sivik bikin da bê fêmkirin. Dû re jî  Mela Emînê Heydarî bi zimaneke hêsantir mewlûdek nivîsand.  Ji bilî vê digel mewlûdên zazakî nêzî 30  mewlûd ji teref alimên Kurd ên misliman ve hatin nivîsandin.  Encax min nexasim van her du mewlûdan dîtibû û wanan tehqîqet kiribû. Sedema nivîsandina vê mewlûdê di çaxa me de ravekirina pêxemberê me bû. Pêşî min dît ku di mewlûdan de çend kêmasî hene.  Ez fikirîm ku divê di nav mewlûdan de hinek din waaz, teblîx û divê hinekî din zêdetir qala pêxemberê me bê kirin.  Tê diyarkirin senet û riwayetên hinek mewlûdan ne sahîh e.  Min nexwest zêde bikevim van meseleyên bi ixtilaf.  Min di sala 2001an de qerar da ku li  tarza Qur’ana Kerîm mewlûdekê binivîsînim. Di encama xebateke xurt de kakila mewlûdê derket holê. Lê belê çawa ku xelas bû me neda weşanê. Em li ser mewlûdê xebitîn û cihê ku lê kêmasî hebûn sererast kir. Min mewlûdê ji malbat û bavê xwe re xwend û bi alim  û seydayan da xwendin.  Bi vî awayî di Adara  sala 2003an de xelas bû. Dû re me di sala 2004an de mewlûda xwe da çapxanê. Her wiha me Mewlûdê bi deng kir û ji teref hinek  hunermendan ve jî hat bidengkirin.  Hemd  ji Xweda re ku ev mewlûd jî cihê xwe ba li wan her du mewlûdên navdar girt.

Dema ku we vê xebatê amed kir tiştê ku herî zêde wê xiste bin tesîra xwe kîjan bûyer bû?

Min vê Mewlûdê hêj dema ku ez 25 salî bûm nivîsand.  Dibe ku feydeya bûyîna edîbbûnê ji  bo min hebe.  Lewra temena 25 salî ji bo xebatên wisa temeneke ciwan e. Lê hemd ji Xweda re  bi xeyreta ku Wî da min, min dest bi nivîsandina mewlûdê kir  û min mewlûdê xelas kir.  Encax di warê weşandina mewlûdê de ez bifikarbûm.  Lewra mewlûdên Bateyî, Heyderî û yên din hebûn.   Ya rastî fikara ka ez ê çawa bikevim nav wan hebû bi min re.   Bi vî awayî me piçek taloq dayê.  Rojekê bavê min ji min re wiha got ‘ Ka mewlûda te li kû ye, tu çima dernaxî? Mêze bik,  di derheqê vê Mewlûdê de ez ê xewneke xwe ji te re bibêjim, lê nikarim temamê wê ji te re bibêjim, ger ez bibêjim divê ez mewlûdekê bidim. ‘ Min jî jê re got tiştek nabe, bibêj. Bavê min dû re ji min re îzah kir. Li gor ew gotiye  pêxemberê me  digel çend kesan  tê mala bavê min, nusxeya mewlûda ku min bi xwe nivîsandibû di pirtûkxaneya wan de bû. Bavê min wiha dibêje ‘ Pêxemberê me daxilî hundir bû. Rahişte wê mewlûda di pirtûkxanê de  û wê maçê kir û li rûyê xwe da. ‘ Dema ku bi vî şiklî anî zimên ya rastî kelecanekê bi min girt. Min fêm kir ku ev mewlûda ku min nivîsandiye  hatiye qebûlkirin û min hewil da demildest bidim çapxanê.

Herî dawî tiştekî ku hûn dixwazin bibêjin heye ?

 Xweda ji wan kesên ku ji bo Îslam û Hz. Muhammed berhemekê dinivîsîne razî be. Em jî bi lutf û alîkariya Xweda vê mewlûdê  nivîsand. Hemd û şikrên ebedî û bêdawî  ji Rebbê min re be. Bi izna Xwedê dê misliman ji vê yekê sûdê werbigrin. Înşallah  însan rehmetê ji bo me teleb bikin. Înşallah xort û însanên me  qedr û qiymeta Hz. Muhammed zanibin, Wî bixwînin û bidin xwendin da ku  him dinyaya me û him jî axreta me bi Hz. Muhammed şên bibe. Xweda şefaeta pêxemberê me bixe nesîbê me.(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir