• DOLAR 32.603
  • EURO 34.798
  • ALTIN 2504.771
  • ...
Serokê Şaredariya Mûşê Asya: Em afetek spî dijîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ku li Mûşê ji ber barîna berfê rêyên 360 gundan hatiye girtin û Serokê Şaredariya Mûşê Asya jî di daxuyaniya da de diyar kir ku ew afetek spî dijîn.

Hat ragihandin ku ji ber barîna berfê şaredariya Mûşê tîmên xebatê seferber kiriye. Ekîb ji bo ku astengiya berfê were çareserkirin xebatên xwe bê navber didomîne. Serokê Şaredariya Mûşê Feyat Asya di derbarê de daxuyanî da. Asya wiha diyar kir: “Ji ber barîna berfê ya ku ji doh pê ve bê navber dibare şarê û yên di nabeyna kolanan de ahtine girtin. Bi ekîbên me yên ku bişev me amade kir 13 qrêder û bi kepçan makînên me bê navber xebatên xwe didomînin.”

 “Em afetek spî dijîn”

Asya destnîşan kir ku ew bi berfê re micadele dikin. Dûvre Asya wiha ragihand: “Tabî ji ber ku berf zêde dibare rêya ku em paqij dikin dîsa tê girtin. Di rêyên ku em vedikin de xebatên xwêkirinê didome. Em afetek spî dijîn.”

Her wiha di daxuyaniya ku Îdareya Taybet a Bajêr weşand de destnîşan kir ku li Mûşa 368 gund heye. ji van rêyên 360 gundan hatine girtin.

Barîna berfê gihana hewayê jî wek neyînî bandordar kir. Ji ber barîna berfê li Mûşê seferên Ankara-Muş û Îstanbul-Muş jî hatine betalkirin. (ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir