• DOLAR 32.32
  • EURO 35.128
  • ALTIN 2296.718
  • ...
Karê bav û kalê xwe bi mişteriyên xwe yên sadik didomîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Entabê digel umrê xwe ya mezin Metîn Turkdonmezê 58 salî ev 40 sal e ku karê bav û kalê xwe bi mişteriyên xwe yên sadik didomîne. Turkdonmez di derheqê terzîtiya digel cil û bergên hazir hewl dide hebûna xwe biparêze de axivî.

Turkdonmez di derheqê terzîtiya digel cil û bergên hazir hewl dide hebûna xwe biparêze de axivî. Turkdonmez diyar kir ku eleqedariya bi terzîtiyê ji ber ku di van salên dawî de sektora cil û bergên hazir zêde bûne wekê berê tune.

Turkdonmez destnîşan kir ku ew di şûna dirûtina bedl û şalên nû de cil û bergên hatine emilandin pîne dike û bi vê yekê hewl dide ku karê bav û kalên xwe bidomîne. Dûvre Turkdonmez wiha diyar kir: “Terzîtî karê bavê min e. Ev nêzî 40 salan e ku ez vê karê didomînim. Karê me rastî karek baş e. Lê êdî dawî lê hat. Ji ber ku êdî çirax tune karê me xelas bû.”

Turkdonmez wiha pê de çû: “Ji ber ku ji bavê me maye em vê didomînin. Ev 40 sal e ez li vir esnaftî dikim. Min cem bavê xwe dest bi karê kir. Wek çerax hatim cem wî. Ez bi bavê xwe re xebitîm. Heta ku dest û pêyên min bigirin dê ez vê karê bidomînim.”

Turkdonmez diyar kir ku ev 40 sal e wî derziyê ji destê xwe daneyniye û ji ber ku sektora hazir a cil û bergan zêde bûye ew êdî wekê berê naxebitin. Dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Berê em baş dixebitîna. Em di îdan de mehekî şev û roj dixebitîna. Wê çaxê konfeksiyon tunebû. Xebatên me zêde bû. Lê em niha karê tamîratê dikin.” (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir