• DOLAR 32.525
  • EURO 35.041
  • ALTIN 2437.831
  • ...
 "Pirsgirêka Ciwanan prensîpên Hz Muhammed çareser dike"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yrd. Doç. Dr. Fetullah Zengînê Endamê Hîndekariya Makezanista Dîrokî yê Fakulteya Îlahiyata Zanîngeh Malatyayê di derbarê zanista siyerê û girîngiya wê de wek şîret ji ciwanan re rê û rêgezên pêwîst e ku bimeşînin ji ÎLKHAyê re ragihand.

Yrd. Doç. Dr. Fetullah Zengîn di debarê çaresariya pirsgirêkên ciwanan de ji reçeteyên di jiyana Resulullah (as) de ne mînak da. Zengîn diyar kir pêwîst e ku têkiliya ciwanan bi Qur’an û Hedîsê re hebe.

“Rewşa tetbîqkirina hemî hikman di nav siyerê de mewcûd e”

Zengîn di derbarê girîngiya zanista sîyerê de axivî. Zengîn wiha destnîşan kir: “Dema ku em bi xwendekarên xwe re dest bi dersê siyerê dikin em li ser pirsên ‘em çima zanista sîyerê hîn dibin, faydeya zanista sîyerê çiye?’ disekinin. Bi van pirsa ez dixwazim ku xwendekar encamê bidest bixin. Mesela heke zanista sîyerê tunebûya dê çi bûbûya?

Xulase ez wiha qala vê yekê bikim; Em bawer dikin ku her hukmekî Îslamê cîhanî ye û xîtabê qern û mekanan dike. Baweriya me wiha emrê me dike. Lê em vê yekê bi siyerê hîn dibin. Yanê îro hemî hikmên ku tên beriya me di siyerê de mewcûd in. Ji ber vê yekê xwedî derketina li siyerê tê wateya hînbûna qanûnên dînî ya Îslamê ya ku em hîn dibin.”

“Kesê ku siyerê nezane ne fiqih, ne hedîs û ne jî tefsîrê dizane”

Zengîn bal kişand heta ku mirov di derbarê jiyana Hz Muhammed xwedî ilm nebe mirov nikare baş fiqih, tefsîr û hedîsê fêm bike. Dûvre Zengîn wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mislimanê ku hewl dide ilmmên Îslamî hîn bibe heke ilmên Îslamî texsîs neke jî dê ilmên Îslamî bixwîne. Dê Qur’ana Pîroz û hedîsê tetbîqê jiyana xwe bike. Ji bo ku Mislimanek van baş fêm bike divê ku van baş bizanibe xwedî zanista çandê bibe. Nexwe ne fiqih, ne hedîs û ne jî tefsîrê fêm bike. Heke fêm bike jî kêm dimîne. Ji ber vê yekê siyer di nav bûyerên wê çaxê de hafizayek e. Di derbarê vê yekê de carinan em saet û nîv axavtin dikin. Carinan wek nîqaş tê pirsîn ku di nav zanistan de eşref’ul ulum kîjan e. Lê em ji bo siyerê nakevin nîqaşek wiha. Lewra sîyer beşek wisa ye ku hemî îlman di nav xwe de dihewîne. Mesela qala girîngiya naskirina Hz. Muhammed dike. Girîngiya 2 yemîn a hînbûna zanista siyerê ev e ji bo ku dijminên Îslamê yên êrîşê Hz. Muhammed dikin biparêzin girîng e.”

 “Em dikarin bi prensîpên Hz Muhammed pirsgirêkên ciwanan çareser bikin”

Zengîn wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îro çawa ciwanek çi dijî û hîs dike, pirsgirêkên wê heye bi heman şiklê ev yek di nav nifşên berê de jî hebûn. Hz Muhammed bi ciwanan re axavtin kiriye û ji pirsgirêkên wan re çaerserî dîtiye. Ciwanên wê çaxê dûçarê gelek pirsgirêkên ku em nikarin bijimêrên hebû. Çareseriyên ku Hz Muhammed dîtiye îro ji bo me reçete ye. Helbet em nikarin bi heman şiklê çareserî bibînin. Lewra carinan pirsgirêk ji hev cûda ne. Ew wiha bi ciwanan re diket diyalogê. Wan tenê nedihişt. Dibistana bi navê Ashab-i Suffa heye. Piraniya kesên ku diçin wir ji ciwanan pêk tê. Hz Muhammed ciwanan bi karên bi xêr re mijûl dikir. Beriya helwes û adetên wan ên xerab kiriye û nehêştiye ku wextê wek betal bimînin. Belkû çareseriya gelek pirsgirêkan li vir e. Lê em vê yekê baş dizanin. Resulullah ji nêzîk ve bi ciwanan re eleqeder bûye. Wan wek ferdên bi qîmet, bi rûmet, bi şeref, xwedî kesayet û kesên li ser sozên xwe disekinin ên civakî dîtiye. Wan wek kesên kêrnehatî nedîtiye. Mesela em di qerna xwe de li ser umrê ciwanan a hilbijartinê disekinin. Resulullah di derbarê vê yekê de sînorekî umrî diyar nekiriye. Însanên ku bi aqlên xwe mutemayîz bûne hildaye nezerê. Derd û kulên wan wek derd û kulên xwe dîtiye. Muaz bîn Cebel, Abdullah bîn Abbas, Zeyd bîn Sabît cem Resulullah mezin bûne.”

Zengîn diyar kir ku pirsgirêka herî mezin a ciwanan ew ku nayên fêmkirin. Dûvre Zengîn wiha pê de çû: “Îro tiştên ku ez dibînim pirsgirêkên herî mezin ên ciwanan ew e ku nayên fêmkirin, nayên qebûlkirin û nayên muxatabgirtin. Wekê Resulullah (as) dema ku em bi ciwanan re bibin muxatab û derdên wan wek derdên xwe bihesibînin girîngiyê bidin wan dê em wek Resulullah bikin. Resulullah bi hezaran însanên cûr bi cûr re jiyaye. Lê di her yekî de ji xwe re pay derxistiye. Resulullah jî ji xwe re perçekî dît. Bi vê şiklê pirsgirêkên ciwanan hat çareserkirin. Ez naxwezim yek û yek li ser van pirsgirêkan bisekinim. Lê dema sîyer were xwendin dê em vê yekê fêm bikin.”

“Dema hûn hewl bidin ku pergala zulmê biguherînin divê ku hûn îlm tehsîl bikin”

Zengînê şîret li ciwanan kir wiha diyar kir: “Dibe ku herkes şîretê li ciwanên Misliman bike. Lê dê ez jî şîretê li wan bikim. Dûvre dê gelek tiştên ku têkiliya wê bi şîretan re heye derkevin holê. Şîreta min a ji ciwanên Mislimanan re we e ku derdê umetê, derdê  Mislimanan, dînê wan çi dibe bila bibe derdê mezlûman guhdar bikin û ji bo çareserkirina vê yekê hewl bidin. Madeyên din di vê yekê de derdikevin holê. Dema ku em ji bu zulma vê pergalê buhguherînin divê ku em hinek tiştan bikin. Ev jî tehsîlkirina ilmê, hewldan, hînbûn, diristbûn, bixîretbûn. Umeta Îslamê mihtaca vê yekê ye.”

 “Divê ku em hedefek mezin diyar bikin û gavên biçûk bavêjin”

Zengîn diyar kir ku ciwaniyekî bi şiûr bes pirsgirêkên civaka xwe ne pirsgirêkên hemî helqeyên dinyayê dikarin çareser bikin. Dûvre Zengîn wiha destnîşan kir:

“Îro mixabin Umeta Îslamê mehkûmê Xerbê bûye. Em bi teknolojî, aborî, îktîsad û heta çandina xwe mehkûmê Xerbê bûne. potansiyeleke ya ku vê yekê serûbin bike heye. Lê beriya her tiştî divê ku em bi vî şiûrê hereket bikin. Dema ku em bi vî şiûrê bibin dê ciwanên Misliman bizane ku wezîfa wî çiye. Û dê hinek tixtor, endazyar, leşker û tacir beşdarê vê meşê bibe. Dê wê çaxê feqîrên di erdnîgara Îslamê de heta bes ya di erdnîgara Îslamê de ne dê feqîrên Xristyanên li Afrîqayê bikarin vê pirsgirêkan çareser bikin. Pêwîst e ku hedefa me hebe. Divê ku em hedefek mezin diyar bikin û gavên biçûk bavêjin.”

Yrd. Doç. Dr. Fetullah Zengînê Endamê Hîndekariya Makezanista Dîrokî yê Fakulteya Îlahiyata Zanîngeh Malatyayê di derbarê îmtîhana Sîyerê ya ku dê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve di 29ê Çileya Paşîn a sala 2017an de were lidarxistin de jî axivî. Zengîn wiha pê de çû. “Hewldanên wiha di pêvajoya dawî de li welatê me pêk tê. Îmtîhanên sîyer, hadîs, mealê tên lidarxistin. ez van hewldanan hemî teqdîr dikim. Kî lidar dixe bila bixe ev gavekî mezin e. Ji ber vê yekê ez girîngiyê didim îmtîhana sîyerê. Lê divê ku ev nezivire îmtîhanên çanda giştî. Divê ku ev şiûr hebe.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir